Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Tevî operasyonên qirkirina fîzîkî, dewleta AKP'ê operasyonên xwe yên qirkirina siyasî jî didomîne. Li Geverê 4 kes hatin girtin, li Edene û Îzmîrê jî bi dehan kes hatin binçavkirin.

GEVER
Li navçeya Colemêrg Geverê ku berxwedana li hemberî êrîşên tevkujiyê di roja 21. de ye, endamê Meclîsa Şaredariya Geverê Abdulkerîm Akdogan, teknîkerî înşeatê Nasrettîn Anuk û jinên bi navê Rojda Tokçu û Sultan Taş ên ku di 29'ê Adarê de dema hatin binçavkirin li erdê hatin dirêjkirin û îşkence li wan hate kirin, piştî ragirtina li emniyetê duh êvarê derxistin pêşberî dozgeriyê.
Piştî îfadeya li dozgeriyê, Akdogan û Anuk bi îdîaya "alîkariya rêxistinê kirine", Tokçu û Taş jî bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4 welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin, bi heman îdîayan hatin girtin. Akdogan û Anuk şandin Girtîgeha Colemêrgê, Tokçu û Taş jî şandin Girtîgeha Tîpa M ya Wanê.
EDENE
Li navçeya Edene Seyhanê polîsan bi ser gelek malên li taxên Daglioglû, Gulbahçe û Karasûyê de girtin. Di serdegirtinan de deriyên malan ji aliyê polîsan ve hatin şikandin û alavên li malan ji hev hatin xistin. Piştî lêgerînên li malan bi îdîaya "Beşdarî çalakiyê bûne" zarok jî di nav de 17 kes hatin binçavkirin. 17 kesên hatin binçavkirin şandin Muduriyeta Polîsan a Edeneyê.
ÎZMÎR
Yekîneyên Polîsên Tîmên Taybet li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokên HDP'ê yê Bornova Seyithan Şemo û Şule Ayhan ji di navde gelek kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Konakê.