Li Sydneyê rojbûna Ocalan hat pîrozkirin
Li bajarê Sydney ê Awûstûryayê 67’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin, bîranîna hefteya Qehremantiyê hate lidarxistin.

Li bajarê Sydney ê Awûstûryayê bi beşdariya sedan kesî ve 67’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Her wiha bîranîna Hefteya Qehremantiyê jî hat lidarxistin.
Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk şeva pîrozbahiyê hat organîzekirin, bi rêzgirtin û sirûda Ey Raqîp ve destpê kir.
Piştî axaftina vekirinê ya Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Ronahî Xendîl, li ser navê Komîteya Amadekar Suleyman Tarim axaftinek kir.
Tarim wiha anî ziman: “Bi saya têkoşîna bi rûmet a ku Egîd, Mazlûm û Mahîran ji bo me hiştiye, îro em li vir in û em li gel hev in. Ji ber vê li ser bîranînên wan girêdana xwe ya bi şehîdan re û gel re bi awayekî kêrhatî têkoşînê dimeşînin.”
Di şevê de hunermed Mesûd Med, Hunermend Xanemîr, Roj hatin ser dikê. Piştre govend hate gerandin.