ROJANE
Hemû Nûçe
-
YPG: Êrîşên çeteyan didomin
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku êrîşên komên çeteyan ên li ser herêmên Kobanê û taxa Şêxmeqsûdê didomin. -
Doza Dundar û Gul taloqî 1’ê Nîsanê hate kirin
Doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ên a li Enqerê, taloqî 1’ê Nîsanê hate kirin. -
Demîrtaş: Gelê me çokan naşkîne û wê hesab ji AKP’ê bipirse!
Demîrtaş di daxuyaniya piştî lêkolînên li Cizîrê de diyar kir ku li navçeyê sûcê mirovahiyê hatiye kirin, lê wê gel çokan neşkîne û hesab ji AKP’ê bixwaze. -
Di rûniştina Dundar û Gul de biryarên alîgirtiya Erdogan
Di doza Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û Nûnerê Cumhuriyetê yê Enqereyê Erdem Gul ên ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên darizandin de daxwaza dozger a ku doz bi veşarî bê dîtin. -
Newroz li Ûkrayna û Kazakîstanê hat pîrozkirin
Li bajarê Ûkrayna Odessa û li bajarê Kazakîstan Almati, Kurdan û dostên wan Newroz pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana gelê Kurd hat silavkirin. -
Alîkarê Waliyê Tirk li xwe mikur hat: Ji xwe planên me li ser Sûrê hebûn
Alîkarê Waliyê Tirk ê li Amedê Bîrcan li xwe mikur hat ku têkildarî Sûrê plana wan a êrîşên ji bo qirkirinê hebû û got, "Ji xwe planên me li ser Sûrê hebûn." -
Li Frankfûrt û Dusseldorfê daxwaza azadiya girtiyên siyasî hat kirin
Li gelek bajarên Elmanyayê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li vî welatî tên ragirtin, çalakî hatin lidarxistin. -
Dewleta Tirk vê carê jî li Sûr û Silopiyayê dest datîne ser malên gel
Dewleta AKLP'ê, ku li Sûr û Silopiyayê komkujî kir, lê nikarîbû berxwedana gelê Kurd bişikîne, vê carê jî bi biryara 'cemawerîkirinê' re hewl dide dest deyne ser xaniyên gel. -
Li Saratovê Newroz hat pîrozkirin, AKP hat şermezarkirin
Kurd û dostên wan ên li bajarê Saratovê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de her wiha polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kurdan hatin şermezarkirin. -
Balûken: Ocalan dikare Tirkiyeyê ji nava vê kaosê derxîne
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken diyar kir, qewimînên polîtîk ên hundirîn û derve, ku kêm ma ye gelên Tirkiyeyê di kendêl de wer bidin, di hevdîtinên berya niha yên li girava Îmraliyê de ji aliyê Ocalan ve hatine bilêvkirin. -
Li Amsterdamê ji bo azadiya girtiyên siyasî çalakî hat lidarxistin
Li bajarê Hollanda Amsterdamê, ji bo azadiya girtiyên siyasî yên Kurd ên li Elmanyayê tên ragirtin, çalakî hat lidarxistin. -
Li Stûttgart û Berlînê çalakiyên ji bo azadiya girtiyan
Li bajarên Elmanya Stûttgart û Berlînê çalakiyên "Ji girtiyên siyasî yên Kurd re azadî" hatin lidarxistin. -
Li Mêrdînê 2 hatin girtin û li Rihayê 48 xwendekar hatin binçavkirin
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê 2 mamostayên hatin binçavkirin hatin girtin, li Rihayê jî 48 xwendekar piştî pîrozbahiya Newrozê bi hinceta ku ‘bi xwêdan in’ hatin binçavkirin. -
AKP çeteyên DAÎŞ’ê serbest berdide
AKP’ê çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Tirmeha borî de di bin nave “ez li dijî DAÎŞ’ê şer dikim” girtibû, serbest berda. -
Malbatên Roboskî: Wê lêgerîna me ya edaletê bidome
Lêgerîna edaletê ya malbatên 34 kesên ku li gundê Roboskî yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê di bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de hatin qetilkirin di hefteya 221’emîn de dewam kir. -
Yên ku li Cizîrê hatin qetilkirin li ser gorên wan hatin bîranîn
Yên ku li Cizîrê ji aliyê çeteyên Qesrê yên di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin, weke her hefteyê vê hefteyên jî li ser gorên wan hatin bîranîn. -
30 penaberên Kurd gotin; 'PKK terorîst nîne' û kamp terikandin
Li herêma Molkom a Swêdê, 30 penaberên Kurd ên li kampa Granînge diman, ji ber ku yek ji wezîfedarên kampê li ser malpera xwe ya Facebookê cih da nûçeyek ku PKK'ê weke 'terorîst' sûcdar dike, kamp terikandin. -
Newroz li Komara Xweser a Adigeyê hat pîrozkirin
Kurd û dostên wan ên li Komara Xweser a Adigeyê dijîn, Newroz pîroz kirin. Di çalakiyê de komkujiyên AKP'ê hatin şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku gelê Kurd ber bi serketinê ve dimeşe. -
15 girtiyên siyasî sirgûnî Girtîgeha Şakranê hatin kirin
Polîtîkayên sirgûnkirinê yên li hemberî girtiyên siyasî dewam dikin. 15 girtî ji Amed, Afyon û Antalyayê sirgûnî Îzmîrê hatin kirin. -
Ciwanên Kurd li çar bajarên Ewropayê çalakî pêk anîn
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên AKP'ê, çalakiyên dagirkirinê pêk anîn. -
NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li dijî şer banga tevlîbûnê kir
Di Elmanyayê di 25-28'ê Adarê dema Cejna Paskalya de, wê li gelek bajarên Elmanyayê çalakiyên li dijî polîtîkayên şer werin lidarxistin. NAV-DEM'ê ji bo van çalakiyan banga tevlîbûnê kir. -
DYA dubare kir: Karê me yê bi PYD'ê re wê bidome
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA Mark Toner da xuyakirin ku gotina 'PYD û PKK heman tişt e' ya Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî rast nîne û destnîşan kir, ku ew ê xebata xwe ya bi PYD'ê re dibomînin. -
Newroz li Kaîserslaûternê hat pîrozkirin
Li bajarê Elmanya Kaîserslaûternê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mezopotamyayê, Newroz bi coş hat pîrozkirin. -
'TAK' çi ye û ji kê pêk tê... -Amed Dîcle
Rêxistina bi navê TAK'ê, ku piştî çalakiyên li Enqereyê careke din ket rojevê, girîng e bê nirxandin. Ya rast ne Kurd, divê dewlet TAK'ê rave bike. -
Îdîanameya komkujiya Amedê 10 meh şûnde hat amadekirin
Îdîanameya komkujiya 5'ê Hezîranê ku êrîşa bombeyî li dijî mîtinga HDP'ê pêk hatibû, hat amadekirin.