Salvegera damezrandina PJAK'ê li Stockholmê hat pîrozkirin

Bi wesîleya 12. salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexat Swêd Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin.

Bi wesîleya 12. salvegera damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û 67. rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexat Swêd Stockholmê çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakî li Pirtûkxaneya Sollentûnayê pêk hat. Hevserokê PJAK'ê Hecî Ehmedî li vir peyivî û diyar kir, di demeke ku rejîma Mola hay jê hebû ku Kurd bêdeng kiriye de PJAK derketiye holê. Ehmedî ragihand, PJAK bi demê re ji bo gelê Kurd û gelên bindest bûye çavkaniya hêviyê, demokrasî û gelên bindest temsîld ike û hêza bingehîn a têkoşîna ji bo demokratîkbûyîna Îranê ye.

Ehmedî da zanîn, bi rojbûna Ocalan re dîroka Kurdistanê guheriye, felsefeya Ocalan rê li ber azadiya jinê û şoreşa li Rojavayê Kurdistanê vekiriye û bibîr xist, ku di nava sîstema li Rojava de hemû gel cih digirin, modela li Rojava dikare aştî û aramiyê bîne tevahiya herêmê.

Ehmedî diyar kir, PJAK li dijî rejîma mola ya faşîst a li Îranê, demokrasiyê diparêze û got, "Em li dijî mezhebperestiyê derdikevin û felsefeya hevgirtina gelan esas digirin. Têkoşîna me nêzî şaristaniya Ewropayê û demokrasiya civakî ye. Di vê sedsalê de Kurd dikarin di nava rewşeke azad, wekhev û demokrasiyê de bijîn."

Ehmedî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê û Komara Mahabadê ji bo Kurdan û got, "Eger Komara Kurd a Mahabadê nehatibû tesfiyekirin, eger bingeha demokrasiyê hatibûya afirandin, wê îro li Îranê rejîma Mola ya faşîs nebûya."

Faraset Salihî jî li ser navê Seksiyona Kurdistanê ya Partiya Komunîst a Îranê axivî û êrîşên rejîma Îranê yên li hemberî jinê û kedkaran şermezar kir. Salihî diyar kir, ew destekê didin têkoşîna PJAK'ê. Ji Partiya Zehmetkêşanî Kuristanê Nasir Çevroka jî destnîşan kir, ku konfederalîzma demokratîk a PJAK wê diparêze, garantiya jiyana aştiyane ya gelan e.

Nûnerê KNK'ê yê Swêdê Ahmet Karamûş işaret bi qewimînên dîrokî yên li Rojhilata Navîn kir û anî ziman, ku hewl tê dayîn gelê Kurd bê tinekirin. Karamûş got, "Em ê her hebin. Me ev yek li Kobanê îspat kirin. Divê em yekîtiya xwe ya bi gelan re, yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Bang li her kesî dikim ku di bin sîwana KNK'ê de li hev bicivin."

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê ragihand, gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî piştgiriyê dide têkoşîna PJAK'ê ya li hemberî rejîma Mola ya li Îranê. Partiyê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakur û operasyonên qirkirinê şermezar kir.

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî bibîr xist ku ew salvegera damezrandina PJAK'ê û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalanb i hev re pîroz dikin û anî ziman, PJAK bi têkoşîna bi biryar a 12 salan gihaştiye roja îro.

Elî da zanîn, PYD a xwedî li heman felsefeya PJAK'ê derdikeve, îro li Kobanê û gelemperiya Rojava li ber xwe daye, bi ser ketiye û destnîşan kir, ku divê şoreşa Rojava li tevahiya herêmê belav bibe.

Li ser navê Platforma Yaresanê Anam Karamî, li ser navê Platforma Zagros Emîn Çira peyivîn, salvegera damezrandina PJAK'ê pîroz kirin û bal kişandin ser girîngiya pêkhatina yekîtiya neteweyî ya Kurdan.

Li ser navê Hikûmeta Federal a Kurdistanê Bextiyar Berdem li çalakiyê axivî û piştgirî da PJAK'ê.

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser damezrandin û têkoşîna PJAK'ê hat nîşandan. Hunermendên Kurd stran û helbestên xwe pêşkêş kirin.

...