Li ser bombevanê Hatayê karta AFAD’ê derket
Li ser Sûriyeyiyên ku li Reyhanli ya Hatayê di dema çêkirina bombeyê de teqîn çêbû û di encamê de mirin karta AFAD’ê derket.
Li ser Sûriyeyiyên ku li Reyhanli ya Hatayê di dema çêkirina bombeyê de teqîn çêbû û di encamê de mirin karta AFAD’ê derket.
Pêkhateyên pêwendiya di navbera çeteyên AKP/Qesrê de berdewam dikin.
Li Kuçeya Sehîd Sedat Pîşen a Reyhanlî ya Hatayê ku duh saet 16:30’an di avahiyeke sê qatî de teqînek çêbûbû di encamê de 2 Sûriyeyî miribûn, îro nasnameya van kesan zelal bû. Li gorî vê navê kesên mirî Usam Îsa û Rahmî Hadad e. Li gorî agahiyan beriya bi 2 mehan ev kes li vê malê bi cih bûne û di encama teqînê de Îsa û Hedad mirine.
‘JI AFAD’ê KART STANDINE Û LI REYHANLIYÊ BI CIH BÛN’
Wekîlê CHP’ê yê Hatayê Hilmî Yarayicî ku çûyî cihê bûyerê û têkildarî bûyerê daxuyanî dayî diyar kir, li ser bombevanekî mirî karta Seroktiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Bobelatê ( AFAD) derketiye.
Yarayici ev agahî dan: ‘’Hevjîna yekî mirinê di dema çêkirina bombeyê de li aşxaneyê bûye. Dema ku ji xwarin çêdikir teqîn çêbûye. Polêsan jin binçac kiri û tê gotin zilamê jinê li Sûriyê li ser mekanîkê perwerde standiye. Kesên mirî 2015’an ji AFAD’ê kart standine û li Reyhanliyê bi cih bûne. Pasaport û kartên bicihbûnê hev digirin. Li Reyhaliyê bi karta danasînê ya ku AFAD’ê dayî wan îkamet dikirin.