Ji Şaredariya Tuşbayê ya AKP’ê nelirêtiya 40 milyon TL’yî!

Şaredariya Tuşbayê ya AKP’ê ku bi dirûşma ‘’siyaseta paqij’ ketibû hilbijartina 2014’an a Wanê derkete holê ku 40 milyon TL nelirêtî kiriye.

Li Şaredariya AKP’ê ya Tuşbayê hetiketiya nelirêtiyê. Hate îdeakirin ku liMidûrîyeta Îmarê ya Şaredariya Tuşbayê nêzîkî 40 milyon TL’yî nelirêtî hatiye kirin li gel ku araziyên xezîniyê yên ku piraniya wan di nav qada kampûsa YYU’ê de araziya emlaka millî jî bû, piraniya encumenan bi alîkariya saziyên dewletê deman kirine. Şerok Şaredarê AKP’yî Fevzî Ozgokçe piştî lêkolîna mufetîşan bi wezîran re hevdîtin kiriye, ew ji peywira Midûrê Îmarê kişandine û bi vî awayî jî hewl tê dayin ku diziyê bincil bikin.

LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE RAST KIRIN

Li gorî îdîayê AKP’yî plana îmarê ya Şaredariya Mezin a Wanê û Wezerata Bajarvanî û Hawîrdorê li gorî xwe berjewendiyên xwe guherandine û araziyên gel derxistine derveyî îmarê û araziyên kesên ku ew bertîl kirine di nav îmarê de bi cih kirine.

ARAZIYA XEZÎNEYÊ PÊŞKÊŞÎ ENCÛMENAN HATIYE KIRIN

Şaredariya Tuşbayê arazîyên xezîneyê yên di nav qada kampûsê de kêmî nirxê wan, ji 100 80-90 kêmî fiyet firotiye encûmenan. Araziyên xezîneyê du encûmenên AKP’yî yên dewlemend standine.

Di hetîketiya nelirêtiyê de zêrkerekî ku navê wî hê zelal nebûye 4 milyon TL bertîl daye.

KESÊN KU BERTÎ DANE GEFÊ LI OZGOKÇE DIXWIN

Li Şaredariya Tuşbayê ji ber sedema nelirêtiyê ev nêzî 2 mehan e ku kirîn û firotin li Midûrîyeta Îmarê rawestiyaye. Tê gotin kesên ku bertîleke mezin dane û hemberiya bertîlê nesandine bi Şaredar Ozgokçe re ketine nîqaşê û gef lê xwarine.

OZGOKÇE DIXWAZE BÛYERÊ BINCIL BIKE

Hate gotin Ozgoçe bi mebesta ku hetîketiya nelirêtiyê bincil bike bi encûmenên AKP’yî re hevdîtin kiriye û bi Wezarata Karê Hundir re jî hevdîtinek kiriye.

Ozgokçe ji derdora xwe yê nêzîk re gotiye, ‘’gelek dosya têne ber min, dibe ku bêyî ku bixwînim min hin jê îmze kiribin, hinan ez xapandim’’ û bi vî awayî xwestiya ku xwe ji vê hetiketiyê pak bike.

Endamekî Meclîsa Şaredarya Tuşbayê ku nexwest navê xwe bide, têkildarî ji peywirê girtina Midûrê Îmarê di Civîna Meclîsê ya Şaredariyê de pirsyarnameyek daye û Serokê Meclîsê yê AKP’î gotiye, ‘’Dosya dema ku diçine qeymeqamiyê 2 karmendên tapoker zarî îmzeya serok kirine û ji bo vê jî me ew dane mehkemeyê.’’

Endamê Meclîsa Şaredariyê got: ‘’Di axaftinê di rûyê hev de jî navê Midûrê Îmarê û encûmenan dan û gotin di plana îmarê de guhartin kirine û Serok Şaredar giliyê wan kiriye. Di ber pereyan de plana îmarê guherandine. Li gorî îdîayan Ozgokçe ji bo ju xwe xilas bike kesên têkildar dane mehkemê û xwe li derveyî bûyerê dihêle.’’