Li Londonê çalakiya ji bo Licê
Platforma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk li paytexta Îngilîstan Londonê, bi armanca şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên desthilatdariya AKP li Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Licê dike, çalakiyek lidar xist.

Li herêma Dalston a li paytexta Îngilîstan Londonê, duh li pêşiya strasyona trenê ji bo Licê çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de bi zimanê Îngilîzî dirûşmên "Êrîşên faşîst ên li Kurdistanê bisekinînin", "Dewleta Tirkiyeyê terorîst e" û gelek dirûşmên li dijî hikûmeta AKP'ê hatin qîrîn. Her wiha bi sedan belavokên bi zimanê Îngilîzî hatin belavkirin û li ser mijarê axaftin hat kirin.
Endamên Ciwanên Azad UK û Meclîsa Gelê Kurd tevlî çalakiyê bûn. Di nava 150 çalakgeran de enteranasyonalîst jî amade bûn.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Licê" qediya.