Li Swêde çalakiyên konan berbelav dibin
Piştî paytext Stockholmê, Kurdistaniyên ku li bajarên Orebro û Eskîlstunayê dijîn bi armanca rawestandina operasyonên komkuj ên dewleta Tirk û azadiya fizîkî ya Ocalan kon danîn.
Piştî paytext Stockholmê, Kurdistaniyên ku li bajarên Orebro û Eskîlstunayê dijîn bi armanca rawestandina operasyonên komkuj ên dewleta Tirk û azadiya fizîkî ya Ocalan kon danîn.
Piştî paytext Stockholmê, Kurdistaniyên ku li bajarên Orebro û Eskîlstunayê dijîn bi armanca rawestandina operasyonên komkuj ên dewleta Tirk û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kon danîn.
Çalakvanên ku alayên PKK’ê, KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Ocalan bi kon ve daleqandin bi mebesta ku raya giştî ya Swêd agahdar bikin, belavokan belav dikin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan didin hev.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê hefteya pêş me wê li bajarên Kamlar û Vasterasê kon werin vedan.
Çalakiya kondanînê ya ku jinên Kurd ên Stockholmê roja Pêncşemê dabûn destpêkirin sibehî berêvarî wê bi dawî bibe.