Ev 43 roj in Hûrşît Kulter li ku ye?
Ev 43 roj in ji Hûrşît Kulter agahî nayê girtin. Malbatên zarokên wan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, li aqûbeta Kulter dipirsin.
Ev 43 roj in ji Hûrşît Kulter agahî nayê girtin. Malbatên zarokên wan ji aliyê polîsan ve hatine kuştin, li aqûbeta Kulter dipirsin.
Rêveberê DBP'ê yê Şirnexê Hûrşît Kulter, ku çeteyên AKP/Qesrê li xwe mikur hatibûn ew binçav kirine, ev 43 roj in agahî jê nîne.
Nerazîbûna li windakirina Kulter dewam dikin.
MALBATAN PIRSÎN
Emel Korkmaz dayika Alî Îsmaîl Korkmaz ê di dema berxwedana Gezî de li Eskîşehîrê hat qetilkirin, li hesabê xwe yê twîtterê ev tişt nivîsî: "Ez dayika Alî Îsmaîl Korkmaz im, ku kurê min di dema Gezî de ji aliyê polîsan ve bi lêdanê hat qetilkirin. Ji bo dayikên din negirîn dipirsim; #HurşitKulterNerede? (Hûrşît Kulter li ku ye?)"
Mehmet Tûrsûn bavê Baran Tûrsûn ê li Îzmîrê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin ev pirs kir: "Dewleta sicîla xwe nebaş, dewleta bi sabiqe, dewleta qetlîamker; Hûrşît Kulter li ku ye?"
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr jî peyama "Roj wê bê, wê sûcdarên şer bên darizandin" parve kir.
Wekî din, di çarçoveya kampanya li medya civakî tê meşandin de, bikarhêner dîmenên kurt dikişînin û li aqûbeta Kulter dipirsin.