Terora dewleta AKP'ê li Viyana û Parîsê hat şermezarkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyana û li paytexta Fransa Parîsê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta AKP'ê meş hatin lidarxistin.

Meşa ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ve li Viyanayê hat organîzekirin, ji ber gara trenê destpê kir û heta pêşiya parlamentê dewam kir.

Di meşê de pankartên bi nivîsên "Kujer Erdogan", "Ewropa fînanse dike, Erdogan bombe dike", "Terorîst Erdogan" hatin hildan. Bi hezaran beşdarên meşê dirûşmên "Kujer Erdogan" û "Terorîst Erdogan" qîriyan.

Meş li ber avahiya parlamentê veguherî mîtîngê. Komek ji faşîstan xwestin çalakiyê provoke bikin, lê çalakgeran nehiştin.

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê jî, komkujiyên dewleta Tirk li Licê dike hatin şermezarkirin.

Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li ber avahiya Opera ya dîrokî destpê kir. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Kujer Erdogan" hatin hildan û li qada çalakiyê lîstikek şano ya li ser komkujiyên li Kurdistanê hat nîşandan.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

...