FEDA'yê ji bo meşa 9'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir

FEDA'yê, ji bo meşa 9'ê Tîrmeyê a li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo meşa 9'ê Tîrmehê ya li bajarê Elmanya Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên li hemberî siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê ku gelek jê hatine girtin û hat gotin, "Sedema van girtinan, anîna kêfa şefê şerê qirêj ê dewleta Tirk Erdogan e. Erdogan koçberên Sûriyeyî yên di destê xwe de ne li dijî Ewropayê weke amûreke şantajê bi kar tîne, dewletên Ewropayê dikin hevparê şerê xwe yê li hemberî Kurdan û bi vî rengî dewletên Ewropayê bêdeng dike."

'BILA HEMÛ ELEWÎ Û KURD BEŞDARÎ MEŞÊ BIBIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, nêzîkatiya Elmanyayê ya tawîzan dide Erdogan li dijî nirxên mafên mirovan e û hat gotin, "Em dixwazin ev bêhiqûqiya li siyasetmedarên Kurd tê kirin bê qedandin. Ji bo vê jî em bang li hemû Elewî û Kurdan dikin, ku roja 9'ê Tîrmehê beşdarî meşa li bajarê Dusseldorfê bibin."