'Eger pêşî lê neyê girtin, em ê li dema Torosên Spî vegerin'

Parêzerê malbata Hûrşît Kulter Mesût Gerez hişyarî da û got, eger aqûbeta Hûrşît Kulter ê ji aliyê tîmên taybet ve hat revandin û 44 roj in agahî jê nayê girtin neyê eşkerekirin, wê dema Torosê Spî ji nû ve destpê bike.

Parêzerê malbata Hûrşît Kulter Mesût Gerez hişyarî da û got, eger aqûbeta Hûrşît Kulter ê ji aliyê tîmên taybet ve hat revandin û 44 roj in agahî jê nayê girtin neyê eşkerekirin, wê dema Torosê Spî ji nû ve destpê bike.

Gerez bi bîr xist, ku Kulter herî dawî di sibeha 27'ê Gulanê de mesaja 'Li min helal bikin, nêzî min dibin' ji birayê xwe re şandiye û di sibeha wê rojê de ji hesabê twîtterê yê tîmên taybet mesaja li ser binçavkirina Kulter hatiye weşandin. Gerez da xuyakirin, ku ti meqam neman e wan serî lê nedane, lê belê bersivek ne erênî ne jî neyînî ji wan re nehatiye dayîn.

'CIHEKÎ ME SERÎ LÊ NEDANE NEMA YE'

Gerez ji ANF'ê re qala vê pêvajoyê kir: "Ji ber ku li Şirnexê qedexeya derketina derve heye, me di destpêkê de hevdîtin bi Dozgeriya Komarê ya Nobedar a Şirnexê re kir. Me jê re ragihand ku em nikarin xwe bigihînin Hûrşît Kulter, li gorî prosedura normal fermana binçavkirinê ji aliyê dozgerên komarê ve tê dayîn û jê pirsî ku ferman daye yan na. Dozger da xuyakirin, ku ew ê lêpirsîna bûyerê bike. Di 29'ê Gulana 2016'an de Walîtiya Şirnexê daxuyaniyek da û diyar kir, ku Hûrşît Kulter nehatiye binçavkirin. Heman piştî vê daxuyaniya Walîtiyê, me di 30'ê mehê de mesaja Hûrşît Kulter a di sibeha 27'ê Gulanê de ji birayê xwe re şand û nivîsa li ser twîtterê ya tîmên taybet parve kir. Û me ji Dozgerê Komarê yê li Şirnexê re ragihand ku rewş gelekî cidî ye, divê bi lez lêpirsîn were vekirin û hêzên ewlekariyê yên di ser medya civakî re ev parvekirin kirine, bên tespîtkirin. Ji ber ku di lêpirsînê de tiştek nehat bidestxistin, me vê carê serî li hemû saziyên dewletê dan. Di 1'ê Hezîranê de ji bo biryara tedbîrê bigire me serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Wekî din me serî li Wezareat Karên Hundir, Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan, Saziya Kontrolkirinê ya Cemaweriyê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê ya bi van mijaran ve mijûl dibe, dan. Lê belê ti encam bi destê me neketin. Bi tenê Wezareta Karên Hundir ji me re ragihand, ku ji bo lêkolînkirina bûyerê mufetîşek hatiye wezîfedarkirin. Ev mufetîşê em pê re axivîn, li daxwazên me guhdarî kir. Ji bilî vê ti tiştekî din nebû."

'DIBE KU KULTER ÎNFAZ KIRIBIN Û LI CIHEKÎ HATIBE VEŞARTIN!'

Parêzer Gerez da xuyakirin, çiqasî bê înkarkirin jî ji sedî sed Hûrşît Kulter hatiye binçavkirin û ji ber ku ev 44 roj in di vê mijarê de ti daxuyanî nehatiye dayîn, pêkane hatibe înfazkirin. Gerez işaret bi qanûna 'veşartina cenazeyan bêyî destûra mirovan a bi fermana mîrên dewletê' û got, "Vê qanûnê bingeha qanûnî ji bo zêdekirina înfazan amade kir. Bi dîtina min, Hûrşît Kulter piştî ku hat binçavkirin, hatiye înfazkirin û li cihekî hatiye veşartin." 

Gerez bibîr xist ku ev 117 roj in li Şirnexê derketina derve qedexe ye û ragihand, saziyeke civakî ya sivîl a bi tenê, yan jî raya giştî li dijî vê yekê neketiye nava tevgerê. Gerez got, "Dema zexta raya giştî tinebe, her tiştî rewa dibînin. Ji xwe pirsgirêk jî di vir de ye."

'JI BO LÊKOLÎNKIRINEKE BAŞ, DIVÊ QEDEXEYA DERKETINA DERVE BÊ RAKIRIN'

Parêzer Mesût Gerez da xuyakirin, ku ji bo lêkolînkirina aqûbeta Hûrşît Kulter beriya her tiştî divê li Şirnexê qedexeya derketina derve were rakirin û got, "Ji xwe ji roja destpêkê ve, diviyabû kamerayên mobese yên li Gumuştepe ya Şirnexê ku Hûrşît Kulter lê hat binçavkirin bihata lêkolînkirin, îfadeya Hêzên ewlekariyê yên wê rojê li wir wezîfedar bûn, bihata girtin." Gerez destnîşan kir, ku ew ê vê mijarê bibin ber destê dadgehên navneteweyî.

Gerez biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li ser dosya Ebûbekîr Denîz û Serdar Daniş bibîr xist û anî ziman, ev biryara DMME ya ku dewleta Tirk bi dayîna tazmînatê mehkûm kir, ji bo Hûrşît Kulter jî mînak e. Gerez diyar kir ew niha li benda rapora mufetîşê lêkolînê dikin e û da zanîn, divê ev rapor piştî cejnê were eşkerekirin.

'EGER JI RÊZÊ BÊ DÎTIN, WÊ ÊDÎ PÊŞÎ LI MIRINAN NEYÊ GIRTIN'

Gerez ji hikûmetê xwest aqûbeta Hûrşît Kulter derhal eşkere bike û got, "Dema dewlet dixwaze lêpirsîneke xurt dimeşîne û di nava du rojan de bûyerekê eşkere dike. Dema teqînek rû dide, ji tespîtkirina nasnameyê heta cihê kiryar jê hatiye, di nava rojekê de dike."

Parêzer Gerez destnîşan kir, ku Hûrşît Kulter bi saxî hatiye girtin û bê çek bû. Gerez diyar kir, bi çek jî hatibe girtin, divê mirov bên darizandin, erka hêzên ewlekariyê nîne kesî ceza bike. Gerez got, "Eger em vê ji rêzê bibînin, em ê hingî nema karibin pêşî li vê bigirin. Eger bi Hûrşît Kulter ve pêşî li vê rêveçûnê ne yê girtin, wê demê wê serdemeke gelekî xerab derkeve hemberî me. Serokwezîrê demê Davûtoglû jî gotibû; wê serdema Torosên Spî vegere."