Li dijî avahiya HDP’ê ya Navçeya Menderesê êrîş pêk hat

Ji ber bi heyberekî teqemeniyê êrîş li dijî avahiya HDP’ê ya navçeya Menderes a Îzmîrê pêk hat, zarokek bi sivikî birîndar bû.

Li navçeya Menderes a Îzmîrê, saet nêzî 15.30’an kesên nediyar bi heyberên teqemeniyê êrîşî avahiya HDP’ê ya li Taxa Mîthatpaşayê kirin. 2 kesên temenê xwe 18-19 salî ji parka zarokan a li beramberî avahiyê, madeyên teqemeniyê avêtin avahiyê. Di encam de zarokekî 8 salî ku di avahiyê de bû bi sivikî birîndar bû.

Hate hînbûn ku dema ev teqemenî hatine avêtin, li rêxistina HDP’ê ti kes nîn bû û di avahiyê de bi xwe jî ziyanek çênebûye. Bal kişand ku polîsên ku piştî lêpirsînê dest bi lêpirsînê kirin ji rayedarên HDP’î re gotin êrîşkar tespît kirine û êrîş ne li dijî HDP’ê bû.

Beriya niha 3 carên din jî êrîş li ser avahiya HDP’ê ya navçeyê hatibû kirin.