Êrîşî malbata HDP’î kirin

Hevjîna Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Etîmesgût a Enqereyê Kemal Gur, Nûrcan Gur, li avahiya dima bi awayekî giran hate derbkirin.

Hevjîna Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Navçeya Etîmesgût a Enqereyê Kemal Gur, Nûrcan Gur, vê sibehê li avahiya dima bi awayekî giran hate derbkirin. Hat zanîn ku Gur a ku şandin Nexweşxaneya Yenîmahalleyê hişê wê li serê wê ye. Hevserokê HDP'a Etîmesgûtê Gur der barê êrîşê de ev agahî ragihandin: "Ev 15-20 roj in ji hêla kesên ku em wan nas nakin dihatin şopandin û gef li me dixwarin. Dema ez îro ji malê derketim hevjîna min tenê ma. Piştî min yek jê jin û yek jê mêr, 2 kes dikevin apartmanê. Piştre vanaya avê ya mala me girtine. Hevjîna min jî dinêre ku av nayê, ji bo avê dadikeve jêrzemînê. Di wê kêliyê de êrîşî wê kirine. Serê wê li derinceyê xistine û bi mirinê gef lê xwarine."

Gur got, "Ev êrîş û gef nikarin rê li ber me bigirin" û diyar kir ku ew ê her têbikoşin.

Her wiha wê HDP'a Etîmesgûtê der barê êrîşê de gilî bike.