Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropayê piştgirî da Zanîngeha Kurd
Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropayê ragihand ku ew piştgiriyê didin Zanîngeha Kurd ku wê sala 2026'an li bajarê Dresden ê Elmanyayê dest bi perwerdeyê bike.
Platforma Zimanê Kurdî ya Ewropayê ragihand ku ew piştgiriyê didin Zanîngeha Kurd ku wê sala 2026'an li bajarê Dresden ê Elmanyayê dest bi perwerdeyê bike.
Platform wê ji pêvajoya amadekariyê ya zanîngehê re piştgiriya şêwirmendiya akademîk, afirandina naverokê û binesaziya dîjîtal bide.
Endamê platformê Lezgîn Botan anî ziman ku ev hewldan ne tenê projeyeke hîndekariya bilind e, ji bo paşeroaj zimanê Kurdî 'gaveke dîrokî' ye. Botan got, "Ev zanîngeh wê asteke nû bide berxwedêriya zimanî û çandî ya gelê Kurd. Dîaspora Kurd a li Ewropayê bi salan e li bendê ye ku di zimanê dayikê de bibe xwedî saziyeke sîwanî; niha ev sîwan li Dresdenê ava dibe."
Botan bal kişand ser berfirehiya projeyê û bi taybetî işaret bi perwerdeya li ser înternetê kir: "Beşeke girîng a ciwanên Kurd li parçeyên cuda Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat dimînin û derfetê wan ê gerê kêm e. Bi saya bernameyên li ser înternetê yên zanîngehê xwendekarek wê karibe bi xwendekarên ji Kobanê, Mahabadê yan jî Stockholmê re rûnên û dersên bi zaravayên Kurmancî yan jî Soranî werbigirin. Ev gav hem têkildarî ziman hem jî têkildarî cografî ve astengiyan ji holê radike."
Botan bal kişand ser vîzyona dîjîtal a zanîngehê û destnîşan kir ku ji bo Kurdî li qada teknolojiyê de bê dîtin, karekî girîng e. Botan got, "Projeyên hişê çêkirî û afirandina bernameyan wê ji karên esasî yên zanîngehê be. Em dixwazin navendên lêkolînê ava bikin ku ku dengê Kurdî nas dike, wergera makîneyê dike û bernameyên perwerdeyê amade dike. Bi vî rengî Kurdî wê li cîhana dîjîtal bibe xwedî cihekî mayinde. Eger em nikaribin zimanê xwe bigihînin vê astê dibe ku paşerojê bi rîska tinebûnê re rû bi rû bimîne."
Botan anî ziman ku ew ji aliyê hilberîna naverokê û kadroyên hîndekariyê piştgiriyê didin projeyê û got, "Weke platform, em naveroka dersên modul amade dikin; li gel dersên zanistiya ziman, dîrok, wêje û medyayê, em laboratûwaran ava dikin ku bernameyên ziman ên li ser bingeha hişê çêkirî biafirînin. Armanca me ew e ku Kurdî ne tenê bigihînin kursiyên akademîk, her wiha veguherînin zimanekî înovasyona teknolojîk."
Botan bang li dîaspora Kurd kir û got, "Zimanê Kurdî tenê bi nêzîkatiyeke hevgirtî dikare bê parastin. Divê her xwendekar, her malbatên xwendekaran û her akademîsyen xwe di nava vê projeyê de bibîne. Ev sazî derfetê diafirîne ku em bi hev re bi pêş ve biçin. Hêza zimanê gelê Kurd bi îradeya kolektîf dikare paşerojê diyar bike."