Li Bonn û Hîldesheîmê konên agahdarkirinê
Li bajarên Elmanya Bonn û Hîldesheîmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Li bajarên Elmanya Bonn û Hîldesheîmê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Kurdistaniyên li bajarên Bonn, Troîsdor û Meckenheîmê dijîn, li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonnê ji bo sê rojan kon vedan.
Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê ve hat organîzekirin û bi rêya afîş, dowîz, broşur, pankart, wêne û belavokan, der barê rewş û komkujiyên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê de agahî hatin dayîn.
Çalakiyê sê rojan dewam kir û Kurdistaniyên li bajarên Bonn, Troîsdorf û Meckenheîmê dijîn, nobed girtin.
Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bonnê Hoca Şenocak li vir axivî û diyar kir, sê rojevên bingehîn ên çalakiyê hene.
RÊBERÊ ME ALIYÊ ME YÊ HERÎ HESAS E
Şenocak da zanîn, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mijareke gelekî hesas û girîng e ku pêwendiya xwe bi hemû Kurdan ve heye û anî ziman, nabe Rêberê gelekî girtî be, lewma ew li qadan e."
Di çalakiyê de, dosyayek li ser tecrîda li hemberî Ocalan û polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê, radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî hat kirin û êvara derbasbûyî qediya.
HÎLDESHEÎM
Li bajarê Hîldesheîmê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr kon veda. Çalakî bi dirûşma "Na ji peymana qirêj a bi çeteya AKP'ê ya xwedî mejiyê DAIŞ'ê; Erê ji parastina nirxên demokratîk re" hat lidarxistin û îmze hatin berhevkirin.
Di çalakiyê de hevkariya hikûmeta Tirk a bi DAIŞ'ê re hat bibîrxistin û ji Elmanan hat xwestin, ku ji bo bêhnvedanê neçin Tirkiyeyê.
Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin û gelek mirov hatin serdana konê agahdarkirin.
Çalakiya ku saet di 14:00 de destpê kir, saet di 19:00 de qediya.