Meşvanên Aştiyê meşa xwe ya ber bi Şemzînanê ve dewam dikin

3 meşvanên aştiyê yên ku ji Beykozê ber bi Şemzînanê ve ketin meşê, piştî bi saetan binçavkirina wan û şûn de serbest hatin berdan. Meşvanên Şemzînanê meşa xwe dewam dikin.

3 meşvanên aştiyê yên ku bi gotina “Meş ji provakasyonan re vekiriye” ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin, piştre hinceta binçavkirinê wek  îxbareke ji Midûriyeta Emniyeta navçeya Beykozê û parvekirinên li ser malpera Facebookê hatin nîşandan.

Meşvanên aştiyê yên bi navên Vedat Çemli, Mûstefa Aksoy û Resûl Kalyoncû yên ku hatin berdan, piştî îfadeya li emniyetê û şûn de dîsa meşa xwe dewam kirin. Meşvanan li pêşiya avahiya emniyetê daxuyaniyek dan û wiha gotin: “Roj roja rabûna ser lingan e” û bang li her kesî kirin ku beşdarî meşê bibin.