Hejmara girtiyan bi du qatan ji ya dema 12'ê Îlonê zêdetir bûye!

AKP'ê, hejmara girtiyan ji dema darbeyê zêdetir kir. Hejmara girtiyan di dema 12'ê Îlonê de 79 hezar bû. Lê niha bi du qatan zêde bûye.

Li gorî hejmarên ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a ser bi Wezareta Edaletê ya Tirk (CTE), li Tirkiyeyê niha 290 girtîgehên girtî, 60 girtîgehên ser bi xwe, 2 girtîgehên zarokan, 5 girtîgehên girtî yên jinan û 3 girtîgehên girtî yên zarokan hene. Di navbera aslên 2006-2016'an de ku AKP desthilatdar bû, 105 girtîgehên nû û 34 avahiyên nû yên girtîgehan hatin çêkirin. Bi van girtîgehên nû re hejmara giştî ya girtîgehên li Tirkiyeyê gihîşt 362'an.

KAPASÎTE DERBAS KIR

Tevî ku kapasîteya 362 girtîgehan 180 hezar 256 girtî ye, li gorî daneyên Wezareta Edalete, heta 31'ê Adara 2016'an, hejmara girtî û hikumxwaran 187 hezar 647 e.

7 hezar 391 kes zêdeyî kapasîteya girtîgehan li van girtîgehan tên ragirtin.

Di dema darbeya leşkerî ya 1971'ê de hejmara girtî û hikumxwarên li Tirkiyeyê 60 hezar 968 bû. Di sala 1973'an de bi efûya Bulent Ecevît re ev hejmar daket 24 hezar 860 kesî. Beriya darbeya 12'ê Îlona 1980'ê ya ji aliyê Kenan Evren ve hat kirin, hejmara girtî û hikumxwarên li girtîgehan 52 hezar 653 bû. Ev hejmar piştî darbeyê, li gorî jimartina sala 1981'ê, bi 27 hezar 133 kesan zêde bû û gihaşt 79 hezar 786 kesî.

Di sala 1984'an de ku rewşa awarte rabû, hejmara girtî û hikumxwaran 73 hezar 64 kes bû. Ev hejmar di sala 1986'an de daket 52 hezar 150 kesî.

Di sala 1991'ê de, bi guhertina 'Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê' ya Tûrgût Ozal ve ev hejmar daket 26 hezar 851 kesî. Tansû Çîller dema di sala 1993'an de desthilatdarî dewr girt, hejmara girtî û hikumxwaran 34 hezar 805 bû. Di sala 1997'an de gava desthilatdarî radest kir, ev hejmar 60 hezar 606 kes bû.

GIHÎŞT 200 HEZARÎ

Hikûmeta AKP'ê jî, heta Nîsana 2016'an hejmara girtî û hikumxwaran bi 4 qatan zêde kir û gihand 187 hezar 647 kesî.

Di sala 2004'an de li girtîgehan 57 hezar 930 girtî hebûn. Piştî ku şerê di navbera PKK'ê û hêzên dewleta Tirk de ji nû ve ket dewrê, ev hejmar di Kanûna 2007'an de gihaşt 90 hezar 837 kesî. Di sala 2013'an hejmara girtî û hikumxwaran 145 hezar 478 kes bû. Di dawiya sala 2015'an de ev hejmar gihîşt 178 hezar 89 kesî.

Dema AKP hat ser desthilatdariyê 903 hikumxwarên jin û 352 hikumxwarên zarok hebûn. Di Adara 2016'an de ev hejmar gihîşt 5 hezar 631 hikumxwarên jin, 784 hikumxwarên zarok.