Tuncel: Ne dema gotinê dema çalakiyê ye

Tuncel ku di çalakiya ‘’Deng bide Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û jiyanê’’ de axivî got,’’fermandariya pêvajoya şer’’ Erdogan dike û diyar kir gel rajêrî vê polîtîkayê nebûye.

Tuncel ku di çalakiya ‘’Deng bide Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û jiyanê’’ de axivî got,’’fermandariya pêvajoya şer’’ Erdogan dike û diyar kir gel rajêrî vê polîtîkayê nebûye.

Tuncel banga rêxistinbûyinê û hevgirtinê kir û got, ‘’ne dema gotinê lê dema çalakiyê ye’’

Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel di bernameyekê de ku li Stenbolê pêk hat hevoka Erdogan a ku digot, ‘’Heya qiyametê bi bîr xist’’ û got li şûna maseya aştiyê ya ku li Imraliyê hatî danîn vê carê maseya şer ya li Qesrê hate danîn. Tuncel diyar kir fermandariya şerê heyî jî Erdogan dike.

Di nav çarçoveya jinûveavakirinê de ji hêla 2. Meclîsên Ciwanan ên Herêman ên HDP’ê ve ku li Stenbolê bi şîara ‘’Deng bide Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê û jiyanê’’ çalakiya piştevaniyê hat eli dar xistin. Hevseroka DBP’ê Tuncel û Hevserokê Bajarê Stenbolê yê HDP’ê Dogan Erbaş jî tevî çalakiya ku li Okmeydanî ya Salon Fîgaro bûn.

Postêrên Rêberên Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mehmet Tûnc ku li Cizîrê hatibû kuştin û Hurşît Kulter hebûn ku ev 43 roj in nebedî bûye. Her wiha pêwendiyeke baş li çalakiyê hebû.

ERBAŞ: JI BO RÊZDAR OCALAN EM DIKEVIN TEVGERÊ

Erbaş di axaftina xwe de bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got hemû arîşeyên ku îro ji diyardeya Kurd derdikevin bi azadiya Ocalan çareser dibin. Erbaş got, ‘’Bêyî ku rêzdar Ocalan azad bibe ne Tirkiye û ne jî Kurdistan azad nabe. Bêdengiya xwe ya der barê Ocalan de divê em bi dawî bikin. Li dijî tecrîdê ji bo azadiya Ocalan divê em têkevin nav tevgerê. Ev şer encex bi tevlêbûna rêzdar Ocalan dikare çareser bibe.’

TUNCEL: TENÊ KURD LI DIJÎ DAÎŞÊ LI BER XWE DIDIN

Tuncel bal kişande ser talokeya DAÎŞ’ê ku di van demên dawî de dijîn û got DAÎŞ a ku ji hêla hêzên modernîteya kapîtalîst ve hatî derxistin îro ziyanê dide xwediyên xwe jî.

Tuncel diyar kir, ‘’niha her kes dibêje divê li hemberî vê em têbikoşin’’ û got halê hazir niha tenê Kurd li hemberî DAÎŞ’ê li ber xwe dide. Tuncel diyar kir, pêvajoya têdeyî pêvajoyeke dijwar  û mêjûyî ye û wiha bi nav de çû, ‘’Li hemberî jiyana ku hêzên modernîteya kapîtalîst li me ferz kirin kesên ku dibêjin jiyaneke dî jî heye îro li Rojava, li Minbiçê li ber xwe didin û bi sedan ciwan li dijî faşîzmê, DAÎŞ’ê di eniya berxwedanê de ne. Niha zemîna têkoşîna enternasyonalîst Rojava ye. Têkoşîna ku niha tê dayin ne tenê ji bo Kurdan e lê têkoşîna azadiyê ya ji bo hemû gelan e.’’

‘GEL NÎŞAN DA KU EW Ê RAJÊR NEBIN’

Tuncel bal kişande ser wê, kesên ku li Nisêbînê, Li Cizîrê li ber xwe dayin peyama dane desthilatdaran ku ew ê rajêrî wan nebin.

Tunce got, ‘’bêyî ku em moralê xwe xerab bikin divê em hay jê hebin ku ji qonaxeke dîrokî derbas dibin û divê em heq jê derkevin’’ û diyar kir, DAÎŞ’ê polîtîkayên xwe yên Rojhilata Navîn bi destê AKP’ê aniye Tirkiyê, Kurdistanê.

SPASIYA CIWANAN

Tuncel wiha domand: ‘’Me bi zindî dît ku pişteaniya Tirkiyê ya li DAÎŞ’ê rê li ber encamên çawa vekir. Ji ber sedema polîtîkayên ku AKP bi rê ve dibe ti kes ne ewlehiyê de ye. AKP li dijî DAÎŞ’ê di nav têkoşînê de bûya wê ne Pirsûs û ne jî Enqere pêk bihata. Berpirsên vn tiştan derkete holê. Ango hê jî bi DAÎŞ’ê re têkiliyên xwe ne birîne. Serokkomarê vê dewledê tiştekî wehd dike: heya qiyametê şer. Hûn dixwazin bi van kesan re ku şer dixwazin bijîn? Li vî welatî kesek şer naxwaze. Heke ew dibêje heya bi qiyametê şer mê jî bibêjin heya bi qiyametê berxwedan, berxwedan,berxwedan, aştî, aştî, aştî. Em ê jî heya bi qiyametê ji b aştiyê li ber xwe bidin.

Tuncel li ser destlênedan wekîlên HDP’ê jî axivî û got, ‘’Yekane hêza ku serî li AKP’ê ne tewandî HDP ye. HDP yekane partî ye ku berxwedêrên Kurdistanê û Tirkiyê digihîne hev. Ji bo vê jî, ji bo me girîng e ku ciwanên Kurdistanê û Tirkiyeyê li rex hev têbikoşin’’ û spasiya xwe kir ji bo têkoşîna Meclîsa Ciwanan.

 ‘FERMANARÊ PÊVAJOYA ŞER ERDOGAN E’

Tuncel got, ‘’Êdî ne dema gotinê ya çalakiyê ye’’ û wiha pê de çû: ‘’ Li şûna maseya aştiyê ya li Imraliyê,  li Qesrê maseya şer hate danîn. Belê, ji bo şer maseyeke parelel hate danîn. Fermandariya pêvajoya şer jî Erdogan dike. Di vê sala dawî de nêzîkî 10 hezar mirov hatin kuştin. Di nav van kesan de leşker, polîs, gerîla û berxwedêr hene. Berpirsê van mirinan tevgera Kurd, ciwanên Kurd in? Na. Berpirsê vî şerî AKP ye.”

Di çalakiyê de Pinar Aydinlar, Rojda û Aram Serhed çûne ser dikê.