DYA bersiv da Erdogan: YPG/PYD terorîst nîne

Piştî ku Serokkomarê Tirk Erdogan îdîa kir ku ti cudahî di navbera YPG/PYD û DAIŞ'ê de nîne, DYA bersiv da wî. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA diyar kir, ew YPG û PYD'ê weke 'rêxistineke terorîst' nabînin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) John Kîrby, di civîna çapemeniyê ya rojane ya li paytext Washîngtonê de ragihand, DYA PYD û YPG'ê weke 'rêxistina terorê' nabîne.

'NÊRÎNA ME NEGUHERIYE'

Ji bo pirsa, "Serokkomarê Tirk Erdogan jî diçe civîna bilind a NATO'yê, ku wê Wezîrê Karên Derve Johr Kerry jî beşdar bibe. Erdogan da xuyakirin, ku yek ji armancên wî yên bingehîn ên tevlîbûna li civîna bilind ew e; ji lîderên tevlî civînê bibin re bêje PYD û YPG mîna DAIŞ'ê rêxistineke terorê ye. Nêzîkatiya we ya li hemberî vê yekê çi ye?" Kîrby ev bersiv da:

"Nêrîna DYA ya li YPG û PYD'ê neguheriye. Ez naxwazim pêşî li hevdîtinên li Varşovayê bigirim. Di nêrînên me yên li ser YPG û PYD'ê de ti guhertin nîne. Em wan weke rêxistineke terorîst nabînin."