Li Ewropayê li dijî tecrîd û komkujiyan çalakî didomin
Li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyan çalakî didomin. Li çalakiyên Arnhem û Den Haag ên Holandayê û li paytexda Swêd Stockholmê hate diyarkirin, heya ku encam werin bidestxistin wê li qadan bin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
în, 8 tîrmehê 2016, 14:09
Li Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û komkujiyan çalakî didomin. Li çalakiyên Arnhem û Den Haag ên Holandayê û li paytexda Swêd Stockholmê hate diyarkirin, heya ku encam werin bidestxistin wê li qadan bin.
ARNHEM
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê di pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk de li dijî komkujiyên xweza û mirovan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku bi slogana "Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû" ber bi navenda bajêr ve meşiyan diyar kirin, heya ku li Kurdistanê tecrîd û komkujî berdewam bin ew ê her li qadan bin. Meş bi axaftina Hevseroka KCDK-E’yê, Şemsê Gullu qediya.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê li Stasyona Centraalê çalakiya ku tecrîd û komkujî lê hatin şermezarkirin wê heya 15’ê Tîrmehê berdewam bike.
STOCKHOLM
Kurdistaniyên li paytexta Swêdê li Stockholmê dijîn ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîd û komkujiyan li Meydana Medborgarplatsenê kon vedan. Çalakvanan pankartên bi nivîsa, "Ji Ocalan re azadî û Kurdistanê re aştî" û "Komkujiya li Kurdistanê rawestînin" bi kon ve daliqandin û bi devkî û nivîskî der barê rewşa Kurdistanê de agahî dane raya giştî.
Çalakvanan ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan û sekinandina piştigiriya aborî ya YE’yê û Swêdê ji bo Tirkiyê îmze dan hev û ev îmze wê ji bo Parlementa Swêdê werin dayin. Çalakiya ku bi banga Federasyona Jina Kurd Sarayê pêk hatî wê 3 rojan bidome.