Tirkiye yek ji welatên herî zêde bêkar lê hene
Hat ragihandin, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde bêkar lê hene.
Hat ragihandin, Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde bêkar lê hene.
Rêxistina Pêşvebirin û Hevkariya Aborî (OECD) rapora li ser kar û karkeriyê ya sala 2016'an duh eşkere kir. Di raporê de hat ragihandin, rêjeya bêkariya li Tirkiyeyê ji sedî 10.4 e. Bi vê rêjeyê ve Tirkiye û Slovakya di rêza pêncemîn a bêkariyê de cih digire. Di nava welatên OECD de nîveka bêkariyê ji sedî 6.4 e.
Li Tirkiyeyê bêkarî di nava mirovên 15-24 salî de ji sedî 18.5, di nava jinan de ji sedî 12.9 û di nava jinên 15-24 salî de ji sedî 22.2 ye.
Li Tirkiyeyê rêjeya îstihdamê di nava mirovên 15-24 salî de ji sedî 34.2, di nava jinan de ji sedî 30.5 e.