Sirri Sureyya Onder li Viyanayê hat bibîranîn
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Viyanayê hat bibîranîn.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder li Viyanayê hat bibîranîn.
Ji bo endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder ku piştî 18 rojên li nexweşxaneyê di 3’yê Gulanê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Awûstûrya Viyanayê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD) ve hate lidarxistin.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka DEM-KURD’ê Yildiz A. axivî û got: "Wekî hevalên wî, em pir xemgîn in. Em ê girêdayî têkoşîn û bîranîna wî bin."
Piştî axaftina hevseroka DEM-KURD’ê, sînevîzyona li ser jiyana Onder hat pêşandan.
Dû re Hevserokê Civaka Azad Ahmet Zîrek axivî û ev tişt got: “Em ji ber vê xatirxwestinê pir xemgîn in. Ew derhêner û siyasetmedarek bû. Ji bo her kesî têkoşiya. Her çiqasî ji malbateke Tirkmen bû jî, xwedî li nasnameyên Kurd, Elewî û Suryanî derket. Ew wijdanê mirovahiyê bû."
Siyasetmedar Hozan Botan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji Rêber Apo, gelên Kurd û Tirk re xwest û got: “Dîrok du kesan dinivîse; Yên ku xeyalên jiyanê dikin û yên ku jiyanê dixwazin. Ji ber ku yên ku xeyal dikin li ber ti hêz, desthilatdarî yan jî zordariyê serî natewînin, xeyalên wan mezin in. Ew şoreşgerekî mezin bû. Şagirtê Rêber Apo bû.”
Hevalê Onder ê dibistanê Doç. Dr. Ahmet Înan serpêhatiya xwe ya bi Onder re parve kir: “Onder ji zarokatiya xwe ve tehemulî bêhiqûqiyê nedikir. Tevî ku Tirkmen bû jî, min mîna Kurdekî diparast. Dema ez biçûk bûm, ji ber li dibistanê bi Tirkî nizanîbûm rastî gelek cudakarî û nêzîkatiyên faşîst dihatim, lê Sirri her gav min diparast. Helwesta wî her gav bala min dikişand. Ez wî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim."