Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), rapora 2016’an a Bazirganiya Mirovan a Global amade kir. Di raporê de dijberî Tirkiyeyê tespîtên bir giran hene. Li gorî raporê Tirkiye ji bo mirovên ku fihûş li wan tê ferzkirin û di şertên dij mirovî de têne xebitandin dewleteke transît e.
Li gorî rapora li rojnameya Cûmhûriyetê jî hat weşandin, Tirkiye ji bo bazirganiya fihûşê, ji bo zarok, zilam û jinên bi rewşên dîj mîrovî re hevrû dibin xala destînasyonê, dewleta transîtê ye û li gorî welatên din ên di lîsteya reş de ne, kêm jî be welatê jêderk e.
'BAZIRGANIYA MIROVÎ NAYÊ ASTENGKIRIN'
Di raporê de tê gotin rayedarên resmî û polîs bi sivikî nêzî bazirganiya mirovî dibin û bi ser şebekeyan de naçin û Tirkiye ji bo astengkirina bazirganiya mirovî şertên herî kêm jî pêk nayîne.
'LI TIRKIYÊ KOLETÎ Û PARSEKTÎ'
Di raporê de tê gotin di vê sala dawî de 1 mîlyon Sûriyeyî û 100 hezar Iraqî çûne Tirkiyeyê, bi hezaran zarok li kûçeyan parsektiyê dikin, zilam û jin bi mûçeyên di asta koletiyê de li atolye, karên giran, li zeviyan têne xebitandin û hin jê jî bi darê zorê têne xebitandin.
'BI ZORÊ FIHÛŞ TÊ KIRIN'
Di raporê de tê gotin jin û keçên ciwan ên ji Sûrî û welatên din çete jî di nav de ji bo ku pereyan bi dest bixin wan difiroşin şebekeyên fihûşê, li bar, dîsko, malan di ber pereyan de fihûş bi wan tê kirin.
Di raporê de tê gotin ji 2009'an ve AKP'ê plana çalakiyê ya têkoşîna li dijî bazirganiya mirovan rojane nekiriye û vê jî îstîsmara mirovan erzan kiriye û berfireh kiriye.