Li Rennes û Rotterdamê daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan
Li Rennes û Rotterdam, çalakiyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan û protestokirina qetlîamên li Bakurê Kurdistanê tên lidarxistin dewam dikin.

RENNES
Çalakiya kon a li bajarê Rennes a Fransayê ku ji 3’yê Tîrmehê ve destpêkirî dewam dike.
Çalakiya ku Meclîsa Sara Rojbîn û Komeleya Jinan a Zîn dewir girtin, peyama “Azadiya Rêberê Me, Azadiya Me Ye” dan.
Di çalakiyê de jin bi cil û bergên xwe yên çandî û gelerî ve beşdar bûn, ji aliyê welatiyên Fransayî ve eleqeyek mezin dîtin.
Çalakiya kon a ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike, her roj saet 10:00’an destpê dike.
ROTTERDAM
Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê, çalakiya endamên NCKD a li Central Statîonê ya “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistan re statu” dewam dike.
Di çarçoveya çalakiyê de broşurên ku hatine amadekirin hatin belavkirin.
Hevserokên NCKD di çalakiyê de daxuyanî dan û ev anîn ziman: “Heta ku hemû cîhan dengê me bibihîzin wê çalakiyên me bi heman biryardariyê bidomin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî çalakiyan bibin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Ji Ocalan Re Azadî”, “Terorîst Tirkiye”û”Ji Qirkirin û Qetlîamên ku li Kurdistanê tên meşandin bêje raweste.” bi dawî bû.