Ji HDP'ê hişyariya înfialê

Gefa 'destnedanê' ya li hemberî wekîlên HDP'ê dewam dike. Tê gotin, wê ji bo girtina îfadeya wekîlan biryara 'anîna bi zorê' neyê dayîn. Berdevkê HDP'ê Bîlgen got, "Dibe ku înfiala biryara 'anîna bi zorê' rê li ber veke, hatiye dîtin."

Piştî destnedana wekîlên HDP'ê hat rakirin û bi zextên darazê hevrû bûn, dozger berî "biryara bi zorê bînin" bide wekîlên ku mafên xwe yên parastinê ji bi kar nanîne, wê der barê wan de darizandinê bide destpêkirin. Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen rewş nirxand û ev wekî sinyaleke "nermbûnê" ne nirxand. Bîlgen got: "Ji xwe ev rewş ji hêla wan ve hat afirandin. Niha wekîlên ku parastina xwe nekirine bên darizandin û hikûm bê dayîn ev ê pêşî li krîzeke din veke."

Piştî destnedana wekîlên HDP'ê hatin rakirin, hevserokên giştî jî di nav de, dozger bang li wekîlên HDP'ê kir ku "îfadeyê" bidin. Ji ber ku wekîlên HDP'ê berê dabûn zanîn ku ew ê neçin îfadeyê, li ser vê dozger berî biryara "bi zorê bînin" bide, der barê wekîlan de biryara girtina giyabî da û tê gotin wê doz bê vekirin, wê dadgeh jî van dozan bibîne.

Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, da zanîn ku wê "dozger biryara bi zorê bînin" nede û wiha got: "Lê ev pêkanîna giştî nayê wê wateyê wê wiha nebe. Daraz li gorî rewşê û li gorî îşaretên desthilatdariyê nêzikatiyan dide nîşan. Daweta ji bo Yuksekdag hatiye şandin mînakeke vê yekê ye."

PÊVAJOYA DARAZÊ DI ÎNSIYATÎFA HIKÛMETÊ DE YE

Bîlgen di dewama axaftina xwe de eşkere kir , wekî ku tê xuyakirin pêvajoya darazê jî di însiyatîfa hikûmetê de ye û wiha pêde çû: "Dixwazî ev di însiyatîfa hikûmetê de bi pêş bikeve, dixwazî ji derveyî kontrolê bi rêbazên cuda de bi pêş bikeve. Ev wekî mijareke bazarê bi karanîn bi serê xwe gef û şantajek e. Bi vê hewldanê dixwazin siyasetê di kontrolê de bigirin. Em difikirin ku ji bo xwe bigihînin vê hedefê ev pêkanîn xistine dewrê."

'WÊ RÊ LI BER NÎQAŞÊN CUDA VEKE'

Bîlgen diyar kir ku berî îfadeyê, pêvajoya darizandinê wê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne û wiha domand: "Di dema îfadeyê de divê teqez mafê parastinê yê kesayetî bê dayîn. Di rewşeke fîlî de, dewamkirina darizandinê, wê di pêşerojê de bi xwe re hin nîqaşên cuda bîne. Ev jî tê wateya wê pêvajo neyê temamkirin." 

Bîlgen herî dawî destnîşan kir yên rewş anîn vê derê hikûmet bi xwe ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eger wê sinyala pêvajoyeke nermbûnê bidin, divê hemû êrîşên li hemberî gel bi dawî bikin û mafê jiyanê bên sererastkirin. Berovajiyê vê wê ya din dewama polîtîkaya tesfiyeyê be."