BI DÎMEN

Çalakiya Cenevreyê: Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên lezgîn bên avêtin

Kurdistaniyên ku li Cenevreyê ji bo azadiya Rêber Apo li hev civiyan wiha gotin, “Divê ji bo pêşveçûna pêvajoyê gavên lezgîn bên avêtin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”

Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku ji 25’ê Çileya 2021’ê ve li pêşiya Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatibû destpêkirin, di hefteya 223’an de dewam kir.

Di çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Cenevreyê hat lidarxistin de Endamê Heyeta Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ê di 3’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da û Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Onder û Şehîdên Meha Gulanê destpê kir. Piştre Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Naîle Bûdak mafê axaftinê girt. Bûdak sersaxî li malbata Onder da û wiha got, “Em ê teqez hesreta wî ya aştiyê pêk bînin.”

Daxuyaniya çapemeniyê Velî Eren xwend. Eren destnîşan kir ku meha Gulanê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurd xwedî girîngiyekî dîrokî ye û wiha got: “Gelek şoreşger û welatparêz di vê mehê de jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê Tevgera me meha Gulanê wekî Meha Şehîdan ragihand.”

Eren destnîşan kir ku pêkanîna tecrîdê ya li ser Rêber Apo faşîzîm bi xwe ye û wiha got: “Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê gelê Kurd azad nebe. Çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya Rojhilata Navîn bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e. Ji bo ku pêvajoya aştiyê pêşve biçe divê gavên lezgîn bên avêtin.”

Çalakî heta saet 17:00’an bi çalakiya rûniştinê dewam kir.