Yuksekdag: Kekane sucê dezgehên ku hatine girtin radest nebûne
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku Ozgur Radyo ziyaret kir wiha got: “Dixwazin vî welatî ber bi qirêjî û gemariya xwe ve bikişînin. Em bi israrin, ku xweşiyê bidin avakirin.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku Ozgur Radyo ziyaret kir wiha got: “Dixwazin vî welatî ber bi qirêjî û gemariya xwe ve bikişînin. Em bi israrin, ku xweşiyê bidin avakirin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Figen Yuksekdag û heyeta li gel wê, xebatkarên Ozgur Radyo yên tev li "Nobeta Azadiyê" bûne ziyaret kir û piştgirî da wan. Yuksekdag û Heyeta li gel wê piştî ziyaretê daxuyanî da. Yuksekdag, anî ziman ku li gel hemû astengiyan radyo dîsa dengê azadî û demokrasiyê bi raya gişti re parve dike û wiha got: "Gelê Stenbolê xwe li dora radyo kom dike. Her çend bixwazin saziyên desteser bikin em wê heta dawî biparêzin. Em wê li aştî û azadiyê xwedî derkevin. Ozgur Radyo ji yek dengiyê re serê xwe netewand. Ji bo ku serê xwe netewand û teslîm nebû hat cezakirin. Radyo û televîzyonên ku weşanên wan hatin girtin tenê sûcê wan bêdeng neman. Teslîm nebûn ji ber ku teslîm nebûn hatin cezakirin. Ozgur Radyo dilê Stenbolêye."
Yuksekdag, destnîşan kir ku ev tarî û alozî wê wisa nedome û wiha berdewam kir: "Ev girtina radyo û televizyonan ji bo wan wê bibe deqa reş.Lê ji bo me wê bibe sembola berxwedanê. Li cihekî me bêdeng bikin em wê li qadek din dengê xwe bilind bikin. Em e li dengê xwe xwedi derkevin û destûr nedin ku dengê me bê qutkirin.
Divê em li dijî yek dengî û tundiyê bibin yek, piştevanî û şêwirmendiya xwe xurtir bikin. Em bang li hemû gelê Tirkiye dikin ku li vîn û dengê xwe xwedî derkevin û ev peywira mirovahiyê ye. Em ji bo dengê azadiyê, bang li her kesî dikin ku têkoşîna xwe bilind bikin.
Koordînatora Weşana Giştî ya Radyo Derya Okatan jî anî ziman ku wan ti carî ji rastî û heqîqetê tawîz neda û her ku radyoya wan hat girtin wan dîsa weşan kir û wiha got: "Ev êrîşa li dijî me bê hiqûqî ye. Divê vê biryarê bi lezgîn rakin. Em 3 rojin nobeta azadiyê digirin. Her çend deriyê me mohr bikin jî em wê di ber xwe bidin Em destûr nadin ku radyoya me bê girtin."
Yuksekdag piştî ziyaretê ÎMC TV, Hayatın Sesi û TV 10 jî ziyaret kir û piştevaniya xwe bi wan re parve kir.