Şehîd Şiyar Eleşkîrt (Enver Gorduk) li paytexta Fransa Parîsê hat bîranîn. Merasîma bîranînê li banliyoya Grîgny bi beşdariya gelek Kurdistaniyan pêk hat.
ANF
PARÎS
duşem, 3 kewçêrê 2016, 08:10
Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Grîgnyê Hacer Guneş axivî. Piştre birayê Şehîd Şiyar Siraç Gorduk qala bîranînên birayê xwe kir û bal kişand ser kesayetiya wî ya paqij, dilnizm û fedekar.
Endama Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê Zozan Serhat jî li vir axivî û got, "Ji roja destpêkirina têkoşîna azadiyê ya PKK'ê heta roja îro me bi hezaran şehîd dan. Şehîd li dora felsfeya Rêber Apo civiyan û bûn lehengên nemir ên têkoşîna bi rûmet."
Serhat di dewama axaftina xwe de got, "Di vê têkoşîna bi biryar de, ruhê berxwedanê yê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir, ji aliyê gelê Kurdistanê ve dewr hatiye girtin û tê mezinkirin." Serhat da xuyakirin, ku ji bo bibin bersiv ji nirxan re, ew ê heta azadiya Kurdistanê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe bidin.
Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Celîl Akdogan jî got, "Şehîdên şoreşa Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya li Kurdistan û Rojhilata Navîn, bûn pêşengên dîrokeke bi rûmet. Havênê vê berxwedanê jî felsefeya Rêber Apo ye. Weke malbatên şehîdan, divê em ji her kesî bêhtir xwedî li berxwedana bi rûmet a ewlad, xwişk û birayên xwe derkevin û di rêya wan a azadiyê de bimeşin."
Mele Sena jî qala mertebeya şehadetê ya di nava Misilmantiyê de kir.
Merasîma bîranînê, piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Bê Serok jiyan nabe" qediya.