Li Helebê şerê navbera rejîmê û çeteyan: 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Li Helebê, di şerê navbera hêzên rejîmê û komên çete yên 'Koalîsyona Sûriyeyê' de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Şerê  li Helebê ku di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên koalîsyonê diqewimin, hîn jî bê navber didome. Hêzên rejîmê taxên rojhilatê Helebê bê navber topbaran dike û hêzên wan di wan taxan de bi pêş ve diçin.

Hate gotin, hêzên rejîmê şevê din li herêma başûrê Kampa Henderat a li bakurê Helebê bi pêş ve ketin û Nexweşxaneya Kindî û gelek nuqteyên derdora nexweşxaneyê ji çeteyên Koalîyonê standin. Li gorî agahiyan, girtina nexweşxaneyê di encama şerekî dijwar de pêk hat. Di şer de ji her du aliyan ve kuştî çêbûne.

Di heman demê de hêzên rejîmê li taxa Bustan Başa bi pêş ketin û gelek nuqte ji çeteyên koalîsyonê girtin. Hêzên rejîmê û komên çete yên koalîsyonê nuqteyên hev topbaran dikin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di encama topbarana her du aliyan de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 60 jî birîndar bûne.

Li taxa Silêman Helebî jî di navbera her du aliyan de şerekî dijwar qewimî. Di şer de hêzên rejîmê şîrketa avê ya li taxê ku avê dide tevahiya Helebê ji destê çeteyan derxistin.