'Xwedî li çapemeniyê derkevin'

Rêxistinên çapemeniyê nerazîbûn nîşanî girtina qenalên televîzyon û radyoyê dan. Bang li guhdar û temaşekeran hat kirin ku xwedî li qenalên xwe yên televîzyon û radyoyê derkevin.

Nûnerên Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê û Basin-Îşê, li ser girtina qenalên televîzyon û radyoyê, zêdebûna zext û zordariya li çapemeniyê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Tevî Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû, xebatkarên qenalên televîzyon û radyoyê yên hatin girtin û gelek rojnamevan beşdarî civînê bûn.

Koordînatorê Weşana Giştî ya ÎMC TV Eyup Bûrç di destpêkê de axivî û destnîşan kir, ku biryara hatiye dayîn li dijî hemû hêzên demokratîk e. Bûrç diyar kir, bi biryara girtinê re tê xwestin, dengê hêzên demokratîk were birîn.

Koordînatorê Bernameyan ê qenala Hayatin Sesî TV Arîf Koşar da xuyakirin, ku mîna hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi ser ketiye, pêkanînên antî demokratîk li dijî wan tên kirin û got, "Yên îdîa dikin ku ew li ber darbeyê radibin, bi Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî radibin televîzyonan digirin. Ev yek helwesteke nehevgirtî ye. Em li bendê ne ku ev biryar bê sererastkirin." Koşar da zanîn, ku xeterî heye polîs bavêjin ser avahiya televîzyona wan û got, "Televîzyona me bi alîkariya ji qûmbereyên biçûk ava bûye. Eger dixwazin li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê hebe, hingî divê qenalên bi vî rengî vekirî bin."

Xebatkarê Ozgur Radyo Sînan Gerçek bibîr xist, ku radyoya wan a di sala 1995'an de ava bû, heta niha 5 caran hat girtin û nerazîbûn nîşanî biryara girtina radyoyê da. Gerçek destnîşan kir, ku piştî her girtinê wan bi rengekî hê xurtir dest bi weşanê kirine. Gerçek diyar kir, ew plan dikin bi guhdarên xwe re çalakiyên bêîteatiya sivîl lidar bixin û got, "Eger guhdar naxwazin li radyoyeke bi tenê ji yek dengî guhdarî bikin, divê xwedî li radyoyên xwe derkevin."

BANGA LI GUHDAR Û TEMAŞEKARAN

Serokê Giştî yê Sendîkaya Basin-Îşê Farûk Eren bal kişand ser zexta giran a li ser rojnamevanan û destnîşan kir, divê biryara girtina qenalên televîzyon û radyoyê were betalkirin.

Serokê TGS'ê Ûgûr Guç bibîr xist, ku bi girtina van qenalan re wê bi qasî 3 hezar rojnamevan bêkar bimînin. Guç bang li Desteya Wezîran kir ku wê îro li hev bicive, ku ji vê şaşiyê vegere. Guç herî dawî ji gel jî xwest, ku li telefona RTUK'ê bigere û zexta li ser çapemeniyê protesto bike.

Serokê TGC'ê Tûrgay Olcayto jî got, "Em li bendê ne ku qenalên radyo û televîzyonê yên hatine girtin, derhal werin vekirin. Divê Tirkiye ji îmaja ji yek dengî rizgar bibe. Rojnamevanî li ti cihî ne sûc e."

Koordînatorê Weşana Giştî ya TV 10 Velî Buyukşahîn jî got, "Bi vê yekê ve dixwazin em li gorî dilê wan tevbigerin."