Taşdemîr: Ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin

Wekîla HDP'yî Taşdemîr got, desthilatdariya AKP'ê dixwaze hemû saziyên çapemeniyê yên li welêt teslîm bigire û ji ber ku çapemeniya azad teslîm nabe, zilm lê tê kirin.

Parlamentera HDP'ê ya Agirî Dîrayet Dîlan Taşdemîr ji ANF'ê re axivî û girtina saziyên çapemeniyê yên mûxalîfê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve, nirxand.

Taşdemîr da xuyakirin, ku AKP ji 24'ê Tîrmehê û vir ve şerekî dijwar dimeşîne û got, "Di hedefa vê polîtîkaya şer de, Kurd û hemû mûxalîf hene. Li pêşiya vê siyaseta yekparêz û rêveberiya yek şexsî, kî asteng be, hewl tê dayîn bê tesfiyekirin. Piştî ku maseya muzakereyê hat redkirin, navçe û bajarên Kurdistanê hatin dorpêçkirin, bi mehan derketina derve hat qedexekirin û sivîl hatin qetilkirin. Ev yek darbeyeke sivîl e û ji bo Kurdan li derveyî hevsengiyên li Rojhilata Navîn bihêle, tê kirin."

'DITIRSIN KU BÊHIQÛQIYA WAN EŞKERE BIBE'

Taşdemîr anî ziman, desthilatdariya Erdogan/AKP'ê medya teslîm girtiye û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê îteata topyekûn ferz kiriye. Taşdemîr diyar kir, desthilatdariya heyî bi her rê û rêbazê zext û zilmê li çapemeniya azad a nikare teslîm bigire, dike. Taşdemîr got, "Ev pêkanîn nîşan didin, ku polîtîkayên şer wê di rojên pêş de kûrtir bibin û bêhiqûqî zêde bibe. Ditirsin ku bêhiqûqiya wan bê zanîn. Bi her awayî mafên mirovan binpê dikin. Destûra Bingehîn betal kirine û bi Biryarnameyên Xwedî Hukmê Qanûnî welêt ji nû ve dîzayn dikin. Her kesê li ber radibe, weke dijmin nîşan didin. Bi rêya dijminatiya li Kurdan, eniyeke faşîst hatiye avakirin."