BI DÎMEN

Li Manheîm û Duîsbûrgê civîna gel

Li Mannheîm a Elmanya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panêlek hate dayin. Li Dûîsbûrgê jî bi civînên gel şehîd hatin bibîranîn, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Li Mannheîm a Elmanya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panêlek hate dayin. Li Dûîsbûrgê jî bi civînên gel şehîd hatin bibîranîn, polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

MANHEÎEM

Li Manheîm a Elmanya li Navenda Civaka Kurd panêlek hate lidarxistin.

Di panêla têkildarî tecrîda li ser Ocalan gelek nûnerên rêxistinên saziyên civakî, ciwan û Kurdistanî amade bûn. Li panêlê parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şînasî Tur axaftinek kir.

Tur diyar kir Ocalan ev 5 salan bi parêzerê re hev nedîtiye û têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd agahî da. Tur diyar kir bi tecrîdê dixwazin he pêşî li pêşketinên Kurdistanê û hem jî guherînên Rojhilata Navîn bigirin. Tur diyar kir Birêz Ocalan berê bal kişandibû ser mekanîka darbeyê.

Gotinên birêz Ocalan ên di hevdîtina birayê xwe Mehmet Ocalan de bi bîr anî ku gotibû, heke AKP cidî be pirsgirêk wê 6 mehan de were çareserkirin lê AKP hê bêhtir şer û herikandina xwînê dixwaze.

DUÎSBÛRG

Li Dûîsbûrg a Elmanya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk civîna gel hate pêkanîn. Civîn bi tevlêbûna bi sedan kesî pêk hat. Hevserokê DDKTM’ê Musur Aslan di civînê axivî û Besê Tolhildan (Aysel Kurupinar) û Şehîd Mazlûm (Şahîn Kobanê) hatin bibîranîn.

Wekîla HDP’ê ya Wanê Tûba Hezerl di bîranînê de got dewleta Tirk li dijî Kurdan şerê giştî daye destpêkirin û got, piştî hewldana darbeyê mafê mirovan bin pê dike. Hezer got, ‘’Li dijî Kurdan û muxalîfan pêvajoya mezin a îmhayê daye şixulandin.’’

 

...