Katib û karmendan çalakiya boykotê dane destpêkirin
Katib û karmendên Silêmanî û navçeyên derdorê ji ber sedema ku meaşê xwe nastînin ragihandin ku ew ketine boykotê.
Katib û karmendên Silêmanî û navçeyên derdorê ji ber sedema ku meaşê xwe nastînin ragihandin ku ew ketine boykotê.
Katib û karmendên ku ji Silêmanî û navçeyên derdora wê hatin, li ber Navenda Katiban a Silêmanî daxuyaniyeke çapameniyê dan û diyar kirin wan dest bi çalakiya boykotê kiriye û kar dane sekinandin.
Di daxuyaniya hevpar de, ku li ser navê katib û karmendan hate dayin wiha hate gotin, "Ti bersiv ji bo daxwaz û pêşniyarên me nehatiye dayin. Ti bersiv nehate dayin ji bo daxwaza me ya zêdekirina meaş. Ji bo vê jî bi boykota xwe ya navenda Silêmanî û 21 navçe û bajarokan em dixwazin dengê xwe bigihînin Serokê Herêma Kurdistanê û rayedarên dîtir."
Di daxuyaniyê de hate gotin divê li ser bi taloqkirinê dayina maeşan û bi derengdayinê were sekinandin û meaşê sala 2015’an li ser hesabekî were razandin. Hate diyarkirin ku çareserî ji bo kêşeyan neyê dîtin ew ê weke katib û karmendan çalakiya xwe bidomînin û dest bi kar nekin."