Eûtelsat daxwaz kir ku sibehê weşana Med Nûçe di saet 10:00’an de asteng bike

Şîrketa Setelayt a Fransî Eûtelsat, ji bo girtina Med Nûçeyê zextan zêde dike. Li gorî agahiyên hatin girtin Eûtelsat, fermanek ji bo şirketa satalayta Med Nûçe ya ku li ser weşana dike, daxwaza kir ku Dûşemê saet di 10:00’an de weşana wê tarî bike.

Eûtelsat cara destpêkê roja Pênçşemê ji bo rawestandina weşana Med Nûçe, fermanek ji bo şirketê şandibû.

Ev biryar, piştî ku li Tirkiyeê ji aliyê rejîma AKP’ê ve nêzî 20 televîzyon û radoy hatin girtin û şûn de hate dayîn.

Dema ku Kurdan li pêşiya avahiya Eûtelsatê ya Fransayê biryar protesto dikirin, rayedarên şirketê diyarkirin ku dewleta Tirkiye zextê li wan dike.

Tê payîn ku roja Dûşemê di serî de li Fransa û gelek bajarên Ewropayê wê li dijî vê biryarê çalakiyê protestoyê bên lidar xisin.

Med Nûçe TV, di sala 2013’an de dest bi weşanê kiribû.

Eûtelsat beriya niha di serê sala 2012’ande weşana Roj TV tarî kiribû.