Li Floransayê civîna ku bi mijara Ocalan

Li navçeya 4’emîn a bajarê Floransa ya Îtalyayê, têkildarî tecrîga girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civînek hate lidarxistin.

Di civînê de parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç axivî û wiha got: “Ji bo em encamekê bigirin, pêwîstiya me bi piştgiriya we parêzer û parêzvanên mafê mirovan ên li Ewropayê heye.”

Li naçeya 4 jimara 4. a li bajarê Floransa ya Îtalayayê têkildarî tecrîda girankirî ya ku ji aliyê Qesr/AKP’ê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dide meşendin civînek hate lidarxistin. Moderatoriya civînê lêkolînvana Yekîtiya Eworpa û Hiqûqa Navneteweyî ya Zanîngeha Pîsa Martîna Bîancî kir.

Di civînê de destpêkê Serokê Şaredariya navçeya jimara 4. Mîrco Dormentoni axivî. Dormentonî wiha got: “Şaredariya me bi naskirna mirovekî evqas bi nirx pir keyfxweş û hêvî dibin” Dormentonî diyar kir ku ji ber bûyerên ku li Kurdistanê di qewimnin di çapemeniya Îtalyayê de nayê dîtin xemgîniya xwe anî ziman, bi vê civînên wiha pir kêfxweşin.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç jî wiha anî ziman: “ Bi Birêz Ocalan re ev nêzî salekê ye hevdîtin nehatiye kirin. 11’ê Îlonê Birayê Birêz Ocalan Mehemt Ocalan bi Rêbertiya me re hevdîtin kir ev ji bo me got: ‘Dewleta Tirk ji ber berxwedana gelê Kurd neçar ma ku hevdîtinê bi min re bike, ez ji vê yekê pir acizim. Ez bi salan dikarim li vir di hûcreyê de bimînim û li ber xwe bidim.’

Dînç diyar kir ku di vê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan bi lezgîn bê rakirin û her dû alî jî vegerin ser maseyê mûzakereyê. Tenê bi vê gavê jî weke Ocalan gotî wê di nava 6 mehan de ev pirsgirêk çareser bibe.

Piştî Dînç Hiqûqnas Barbara Spînelî axivî û bal kişand ser qirêjiya sîstema hiqûqê ya li Tirkiyeyê.

Parêzer Carmîne Malînconîco jî anî ziman ku li Tirkiyeyê sîstema hiqûqê nemaye û êdî di warê mafê mirovan de ti meşrûtiyeta xwe nemaye.

Piştî axaftinan civîn bi pirs û bersivan ve bi dawî bû.

...