Yureklî: Ji bo rakirina tecrîdê em li dora Ocalan li hev bicivin

Parêzer Cengız Yureklî got, "Ji bo rakirina tecrîdê, divê em li dora Birêz Ocalan li hev bicivin û tecrîdê pûç bikin."

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan panelek hat lidarxistin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî weke qiseker beşdarî panelê bû. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê, parêzer Yureklî axivî û diyar kir, tecrîda li ser Ocalan li cihekî din ê cîhanê nehatiye dîtin.

Yureklî anî ziman, tecrîdeke mîna ya li Îmraliyê li Farqîn, Sûr, Cizîr, Gever û Nisêbînê hat meşandin û got, "Dewlet peyama 'ez tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêberê we dikim, li bajarê we jî dimeşînim' dide gelê Kurd. Girtina rojname û televîzyonên Kurdan jî dewama vê tecrîdê ye. Şaredarî bi rêya qeyûman hatin desteserkirin û hevşaredar hatin girtin."

Yureklî bal kişand ser çalakiyên li Kurdistan û Ewropayê ji bo Ocalan tên lidarxistin û got, "Di encama van çalakiyan de hevdîtina bi Birêz Ocalan re pêk hat. Dewletê gavek bi paş ve avêt. Ji bo rakirina tecrîdê li her qada jiyanê, divê em li dora Birêz Ocalan li hev bicivin û tecrîdê pûç bikin."