Li Hambûrgê merasîma bîranîna şehîdan
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, gerîlayên HPG'ê Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl Jêhat) û Bunyamîn Kiliç (Baran Serhat Mîrza) hatin bîranîn.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, gerîlayên HPG'ê Mehmet Şiyar Ozer (Xelîl Jêhat) û Bunyamîn Kiliç (Baran Serhat Mîrza) hatin bîranîn.
Civîna bîranînê li komeleya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê pêk hat. Tevî xizmên Mehmet Şiyar Ozer û Bunaymîn Kiliç gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê, beşdarên civînê axivîn û qala cangoriyên têkoşîna azadiyê ya bi têkoşînê re kirin. Qisekeran ji bo Kurdistaneke azad ku xeyalê hemû cangoriyan e, bang li her kesî kirin ku bi erka xwe rabin.
Apê Mehmet Şiyar Ozer, Mehmet Ozer da xuyakirin, ku biraziyê wî ne tenê şehîdê malbata Ozer e, ew şehîdê tevahiya gelê Kurdistanê ye. Ap Ozer spasiya hemû beşdarên merasîmê kir ku di rojeke bi vî rengî de ew bi tenê nehiştine.
Di merasîma bîranînê de goşeyek bîranînê hat amadekirin û wêneyên gerîlayên jiyana xwe ji dest dan lê hatin bicihkirin. Merasîma bîranînê bi belavkirina xwarina xêrê qediya.