Komîteyên 'Rojava' û Bakur' ên li Swêdê wê bi hev re bixebitin
'Komîteyên Rojava' ku ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava li Swêdê hatin avakirin û 'Komîteya Bakur' a ji bo Bakurê Kurdistanê dixebite, biryar dan bi hev re bixebitin.
'Komîteyên Rojava' ku ji bo piştgiriyê bidin şoreşa Rojava li Swêdê hatin avakirin û 'Komîteya Bakur' a ji bo Bakurê Kurdistanê dixebite, biryar dan bi hev re bixebitin.
Ji Komîteya Bakur Dîlan Aksoy bibîr xist, ku ew ji bo Bakurê Kurdistanê, Komîteyên Rojava jî ji bo Rojavayê Kurdistanê dixebitin û diyar kir, ji ber ku pirsgirêk û têkoşîna gelê Kurd hevpar in, wan jî biryar dane xebatên xwe bikin yek ku karibin encameke xurtir bi dest bixin.
Aksoy anî ziman, ku wan xebata xwe ya destpêkê ya hevpar li konferansa danasîna pirtûka 'Şaristaniyê' ya Ocalan meşandine û ragihand, ew ê di rojên pêş de ji bo destekkirina mamosteyên ji kar hatine derxistin, kampanya bi navê 'Dest nede mamosteya/ê min bidin destpêkirin'. Aksoy da xuyakirin, ku ew ê karê avakirina dibistanê li Kobanê tevî Komîteyên Rojava bimeşînin.
Andreas Svensson bibîr xist, ku di dema berxwedana Kobanê de wan 'Komîteyên Rojava' ava kirine û got, "Komîteya Bakur, tevî ku giraniyê dide ser xebatên piştgiriyê yên ji bo Bakurê Kurdistanê, di vê demê de destek da Rojava jî. Ji bo me jî heman tişt derbas dibe. Em piştgiriyê didin Tevgera Azadiyê ya li Bakur. Xebateke hevpar a komîteyên Bakur û Rojava wê bêhtir bi bandor be. Di rojên pêş de dibe ku em navên komîteyan ji nû ve diyar bikin."
Svensson diyar kir, li Bakurê Kurdistanê êrîşên gelekî giran tên kirin û got, "Ji bo rewşê li cih bibînin û raya giştî ya Swêdê di vê der barê de agahdar bikin, em dixwazin di rojên pêş de heyeteke çavdêr bişînin Bakur. Li dijî ji kar derxistina mamosteyan, em ê tevî Komîteya Bakur kampanyayekê bimeşînin."