Pirtûka 'Şaristaniyê' ya Ocalan li Stockholmê hat nasandin

Pirtûka 'Şaristaniyê' ku ji parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê û bi zimanê Îngilîzî hatiye tercûmekirin, li paytexta Swêd Stockholmê bi konferansekê hat nasandin.

Konferans ji aliyê Komîteyên Rojava û Komîteya Bakur ve hat organîzekirin û li salona Kafe Marx a Partiya Çep pêk hat. Ji Însiyatîfa 'Azadî ji Ocalan re' ya Navneteweyî Reîmer Heîder weke qiseker beşdarî konferansê bû.

Heîder taybetmenmendiyên şexsî yên Ocalan; asta teorîk, entelektûel û siyasî ya Ocalan nirxand û bi nirxandina beşek ji pirtûkê bal kişand ser girîngiya Ocalan a ji bo Rojhilata Navîn.

Heîder diyar kir, rewşenbîrên cîhana rojava, girîngiya Ocalan ji bo gelên Kurd û Rojhilata Navîn bi têrkerî fêhm nakin û got, "Ji Şoreşa Rojava hez dikin, lê rol û girîngiya Ocalan a di vê şoreşê de fêhm nakin. Dibêjin 'gelek şer dike, çima kesekî bi tenê derdixînin pêş'. Kurd vê fêhm dikin, lê cîhana rojava vê fêhm nake."

Heîder da xuyakirin, kampanya bi navê "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî" tê meşandin, kampanyayeke şexsî nîne û anî ziman, ku ev kampanya ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Heîder da zanîn, dewleta Tirk bi dehan salan li dijî Ocalan û Tevgera Kurd kampanya reşkirinê meşand û destnîşan kir, ku yek ji armanca kampanya "Ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî", şikandina vê têgihiştina şaş e.

'EM DIXWAZIN NÊRÎNÊN OCALAN JI RAYA GIŞTÎ YA EWROPAYÊ RE RAGIHÎNIN'

Reîmer Heîder piştî konferansê bersiv da pirsên me û diyar kir, wan konferans û semînerên bi vî rengî li welatên cuda yên Ewropayê lidar xistin û saya vî karî dixwazin nêrînên Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re ragihînin.

Heîder ragihand, "Komîteya ji Ocalan re azadî, li Kurdistanê aştî" di dema dawî de giranî daniye ser xebatên çapemeniyê, çapkirina pirtûkan û diyar kir, wî bi xwe bergê destpêkê yê Manîfestoya Şaredariya Demokratîk bi zimanê Elmanî, endamekî din ê komîteyê jî bergê duyemîn ê heman pirtûkê bi zimanê Îngilîzî tercûme kirine û her du pirtûk wê di dawiya vê salê de werin çapkirin.

Heîder anî ziman, wergerandin û weşandina pirtûkên Ocalan ne tenê li Ewropayê tê kirin, di heman demê de li Japonya, Koreya Başûr, Brezîlya, Kolombiya, Ûrûgayê jî bi rêya însiyatîfan pirtûk bi zimanên wan welatan tê tercûmekirin. Heîder got, "Ev yek cihê kêfxweşiyê ye. Dema me xwestin van pirtûkan çap bikin, demeke dirêj astengî derketin pêşiya me. Em çûn weşanxaneyan û me nêrînên xwe ji wan re ragihand. Me gotin, pirtûk gelekî girîng e û divê bi zimanên cuda werin tercûmekirin. Hingî girîgiya pirtûkên Ocalan fêhm nekirin."

'PIŞTÎ ŞOREŞA ROJAVA, PIRTÛKÊN OCALAN HÊ BÊHTIR BAL KIŞANDIN'

Heîder da xuyakirin, ku piştî Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê, nêrîna cîhanê ya li pirtûkên Ocalan gelekî guherî û bi saya vê yekê wan berhemên Ocalan bi zimanên cuda tercûme kirine. Heîder got, "Raya giştî ya cîhanê fêhm kir ku nêrînên Ocalan ne tenê yê mehkûmekî li girtîgehê ye, nêrînên rêberê tevgereke mezin e ku bandorê li siyaseta Rojhilata Navîn dike, nêrînên Rêberê Gelê Kurd e." Heîder da xuyakirin, ku li gelek welatên cîhanê eleqeya ji bo nêrînên Ocalan zêde bû û ji ber xwe ve kom û însiyatîf ava bûn û niha pirtûkên Ocalan bi zimanê xwe tercûme dikin.

AMADEKARIYÊN JI BO '3. KONFERANSA RÊBERTÎ'

Li gorî Heîder, ew ji nêrînên siyasî yên Ocalan zêdetir, hewl didin aliyên wî yên entelektuel û nêrînên bîrdozî derxînin pêş û got, "Ocalan ne tenê lîderê tevgerekê û gerîla ye. Di heman demê de teorîsyenek e. Em hewl didin balê bikişînin ser van aliyên wî. Ji xwe aliyên wî yên din ji aliyê her kesî ve tê dîtin."

Heîder anî ziman, ew bi sazî û însiyatîfên li welatên cuda yên Ewropayê ava bûne re di nava danûstandinan de ne û diyar kir, ew ê van hemû sazî û însiyatîfan di 3. Koferansa Rêbertî ya 14-16'ê Nîsanê de li bajarê Elmanya Hambûrgê lidar bixin, li hev bicivînin.

...