Ekrana Med Nûçeyê hat reşkirin!
Piştî şîrketa bi navê Eûtelsatê duh daxwaz kiribû ku îro weşana Med Nûçe saet di 10:00 de bê rawestandin, ekrana televîzyonê hate reşkirin.
Piştî şîrketa bi navê Eûtelsatê duh daxwaz kiribû ku îro weşana Med Nûçe saet di 10:00 de bê rawestandin, ekrana televîzyonê hate reşkirin.
Piştî Şîrketa Satalaytê ya Fransî Eûtelsat ku derketibû holê hevkariyê bi dewleta Tirk re dike, duh daxwaz kiribû ku îro weşana Med Nûçe di saet 10:00’an de bê rawestandin, ekrana televîzyonê hate reşkirin.
Eûtelsat cara destpêkê roja Pênçşemê ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV, fermanek ji bo şirketê şandibû.
Ev biryar, piştî ku li Tirkiyeyê ji aliyê rejîma AKP’ê ve nêzî 20 televîzyon û radyo hatin girtin û şûn de hate dayîn.
Dema ku Kurdan li pêşiya avahiya Eûtelsatê ya Fransayê biryar protesto dikirin, rayedarên şîrketê îtîraf kiribûn ku dewleta Tirkiyeyê zextê li wan dike. Heyeta ku çibû li gel rayedarên Eûtelsatê ya ku biryara rawestandina weşana Med Nûçe TV da, gotibûn; “Rayedarên Eûtelsatê îtîraf kirine ku dewleta Tirk bi rêka RTUK’ê ve ji bo rawestandina weşana Med Nûçe TV name ji rayedarên Eûtelsatê re şandine.”
Kurd û dostên wan di serî de paytexta Fransa Parîs, li gelek welatên Ewropayê destpêkê Med Nûçe, ji bo azadiya çapemeniyê çalakî li dar xistibûn. Her wiha xebatkarên Med Nûçe TV diyar kiribûn ku wê serî li hember van zextan netewînin û têkoşîna xwe mezintir bikin.
Med Nûçe TV dema di weşana xwe de li ser piştevaniya di serî de Şirnex, li ser qadên berxwedana xwerêveberiyê weşan dikir hate reşkirin.
Med Nûçe TV, di sala 2013’an de dest bi weşanê kiribû.
Eûtelsat, beriya niha di serê sala 2012’an de weşana Roj TV reş kiribû.