Nivîsên krîtîk ên di belgeyan de ku Redhackê bi dest xistine
Di belgeyên Berat Albayrak de ku Redhackê bi dest xistibûn nivîsên krîtîk derdikevin holê. Di nivîsan de ên girîng ji hêla kesê bi navê Okan M. ve têne şandin
Di belgeyên Berat Albayrak de ku Redhackê bi dest xistibûn nivîsên krîtîk derdikevin holê. Di nivîsan de ên girîng ji hêla kesê bi navê Okan M. ve têne şandin
Di belgeyên Berat Albayrak de ku Redhackê bi dest xistibûn nivîsên krîtîk derdikevin holê û nivîsên girîng ji hêla kesê bi navê Okan M. têne şandin. Di belgeyekê de ku 19’ê Adara 2016’an hatî şandin tê gotin, ‘’Ji bo baldariya nazik a brz. Serhat ALBAYRAK’
Serhat beg…
Hûn rayedarê leşkerî ku di nav çarçweya taybet de pê re daxivim dizanin. Ji bo vê jî bêyî ku kes û saziyê bidim diyarkirin dixwazim çend tiştan ji te re bibêjim. Ji ber ku ne bi mebesta nûçeyane me ji muxatabê xwe re got bi saziyî bi mebesta agahdarkirinê hin agahiyan veguhezim.’’ Ev agahî têne raporkirin:
‘’Ji bo baldariya nazik a brz. Serhat ALBAYRAK ‘’
Serhat BeG…
Hûn rayedarê leşkerî ku di nav çarçoveya taybet de pê re diaxivim dizanin. Ji bo vê jî bêyî ku kes û saziyê bidim diyarkirin dixwazim çend tiştan ji te re bibêjim. Ji ber ku ne bi mebesta nûçeyan e me ji muxatabê xwe re got bi sazîyî bi mebesta agahdarkirinê hin agahiyan veguhezim.’’ Ev agahî têne raporkirin:
Naveroka civatê
-Têkoşîna dij terorê û qonaxa têdeyî,
-Paşxana êrîşên terorê yên zêde bûne û rewşa giştî,
-Tiştên ku di pêvajoya çareseriyê de hatine jiyîn û rewşa leşkeriyê,
-Awirek kurt li ser daxuyaniya Dolmabahçeyê,
-Pêşgiriyên li dijî terorê û bûyerên ku heta havînê dikarin werin jiyîn,
-Rîska ku teror were hêla rojava,
-Asta hevkariya leşker-polîs-mîtê,
-Ji bo operasyonên navbajêr ewlehiya ku leşker dixwazin,
-Cih û rista leşkeran di nav sîstemê de ‘’senaryoyên darbeyê’’ (ev serenav wî xwest),
-Geşedanên li Sûriyê, kontrola xeta Azez-Cerablûsê,
-Piştî bûyerên Kobanê çima neketin Kobanê,
-Xistina balafira Rûsan û li pişt wê avaniya paralel heye yan na
-Îadekirina heqê leşkeran ên ku di dozên Ergenekonê û Balyozê de derbas bûyin lê berat kirin,
-Hêmanên avaniya paralel a di nav TSK’ê de, îxbarên ku hatin, tiştên ku hatin kirin,
-Nêzîkatiya û giringiya leşkeran a ku didin serokkomar,
-Bi saziyên leşkerî yên Emrîka re têkilî û daxwazên an,
-Li ser YPG’ê gotinên rayedarên Emrîkiyan,
-Çekên Emrîka û Elman ên bi PKK’ê re hatine zevtkirin,
-Desteka lojîstîk a Rûsan ji bo PYD’ê,
-Pêvajoya normalbûna bi Israîlê re,
-Baregeha Başîka a Mûsilê û rista ku wê pêk bîne,
-Çarçoveya hevkariya leşkerî ya ku Siûdî serê wê dikişîne û Tirkiye û Qatar jî di nav de ye,
-Xebatên dîzaynkirina TSK’ê ji bo 2033’an,
-Valakirina tesîsên leşkerî yên li nav bajêr û hwd.
Civat pir bi berfirehî hate kirin. Ji ber kêmbûna wext min tenê li muxatabê me guhdar kir, ji bo tiştên ku gotin min neda ber pirsan. Ji ber rewşa em tê de jixwe ev ne pêkan bû. A girîng ew bû ku bizanibin bê ew çi difikirin.
Xalên krîtîk bi çavdêriyên xwe bibêjim…
1- Dema ku pêvajoya çareseriyê destpêkirî ji hêla otorîteya siyasî ve ji me re (TSK) hate gotin ku divê em çi bikin. Me jî got, ‘’Hedef ev be heta dawiyê em ê bi we re bin’’ Di civîneke fermî de me mîsoger kir ku ‘’aliyê ku pêvajoyê xira dike wê ne em bin’’. Pêvajo ne me xira kir.
2- Di nav pêvajoyê de ji ber waliyan û kadroyeke navendî ya di nav AKP’ê de ku ji nêzîkatiyên derhişî digotin, ‘’leşker, Ergenekonî wê zemîna darbeyê hazir bikin’’ ji qonaxên nazik derbas bûn. Hin waliyan pesnê xwe didan û digotin, ‘’leşker di bin kontrolê de ne, jandarma nikare xwe tev bilivîne.’’
3-Serokkomar di ti qonaxê de ferman neda û negot, ‘’operasyonan nekin’’ Lê li sehayê rewş cuda bû. Mînak rêya Çewlik-Amedê 20 rojan girtî ma. Walî û qeymeqaman nekarîn xêzeke teqez têxin navbera pêvajoya çareseriyê û hêmanên çekdar de.
4-Leşker jî bi dersên ku ji Qilebanê girtin, bi taybetî jî yên li qademeya jêr bi tirs nêzîk bûn. Yên ku li bejahiyê didîtin ji bo walî û qeymeqaman radigihandin. Wan jî nivîsîn ku ji wan re hatin kirin dosya. Li gel vê jî TSK fermanên xwe dubar kirin ku ewlekariya derdora wargeha pêk bînin.
5-Îro di rewşa niha de TSK bi têkoşîna dij terorê re pir bibaryar e. Vê havînê hedefa wan hebû ku ‘’belaya terorê biqedînin.’’ Dibêjin kapasîteya rêxistinê ya li Bakurê Iraqê û nav welêt şikiyaye, weke perpitînekê li bajaran çalakiyên bi rengê bombeyên zindî pêk tînin.
6-Qebîliyeta operasyonê ya leşker û polîsan di van 35 salan de nehatiye dîtin û weke têkiliya ewlekariya saziyî tê vegotin.
7-(Xaleke din a girîng jî ew e ku polîtîkayên ewlehî parastinê wekî fersend binirxînin û li gorî senaryoya şerê navxweyî leşker şertên pêkan ên darbeyê dîtin) Bi zelalî tişta ku hatî gotin ev e: (Derbirîn bi halê orjînal û hişkbûna xwe) ‘’Di hişê leşkeran de, di fikrê wan de darbe marbe nîn e. Ku şerê navxweyî jî derkeve wê xwîna leşkeran û sivîlan biherike. Leşker peyira xwe ya esasî pêk tîne. Bi otorîteya siyasî re bi koordîne tevdigere. Ti leşkerekî ku aqûbeta Kenan Ewren dîtî, ên ku şertên global dizanin bi peyva darbeyê re jî nayê cem hev!!!
8-Serokkomar mirovekî millî ye. Di serî de Serokkomar ti rêveberekî dewletê naxwaze xwîna ji bêvila kesekî were. Ji bo ajandayeke siyasî ne rast e ku were gotin dixwazin li welêt kaos derbikeve û nayê qebûlkirin. Serokkomar kevirê kilît ê sîstemê ye. Zilamê dewletê ye ewlehî pê tê, rîsk û însîyatîvan radigire, ji welat û gelê xwe hez dike. Saziyên dewletê jî ji Serokkomar bawer dikin. Ji hêla dî ve jî marja di navbera Serokkomar û Serokwezîr de divê neyê vekirin.
9-Li vir tişta ku divê mirov lê baldar be têkiliyên meqameyên DYA’yê yên bi Serekerkaniyê re ne. Wiha xuya dike Pentagon di nav wê lêgerînê de ye ku bi TSK’ê re bikeve nav têkiliyên kevneşopî ku di ser têkiliyên siyasî re ne. Ji muxatabên DYA’yê re hatiye gotin, ‘’Çarçoweya ku Serokkomar diyar kirriye û peyamên wî me jî girêdidin û me jî vedibêijn. Radeya têkiliyan a di wê astê de ji bo me jî nîşaneyek e.’’
10-Li gor wan bi xwe baweriya zêde ya leşker, Avaniya Paralel a Dewletê û PKK’ê û lezandina wan û zû peqîna hin bûyeran çarenûsa welêt guherandine. Balkêş e ku hate gotin, ‘’Ku 17-25’ê Kanûnê bi plan pêk bihata F.Gulen niha li Çankayê bû.’’ Diyar kirin çalakiyên PKK’ê ku ji bûyerên Kobanê û motîvasyona ku ji Sûriyê standiye jiyan li gelê herêmê herimandiye û nikarin kar û barê xwe bikin, zemîna wê kêm bûye, ji gel destek nestandiye û têkoşîna niha jî bi vê encamê distîne.
11-Di vê xalê de serenavekî dî jî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn in. Leşker yasaya dersxaneyan û biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn a di serlêdana C.Dundar de bi mebest û şaş dibînin. Pêvoya tirên MÎT’ê weke kirinên komplo û sîxûriyê têne dîtin û C.Dundar jî xizmet ji vê re kiriye.
Ji bo baldarî û agahiya we…
Slv.
Okan M.’’