Duh parlamentoya Tirk salek din ji bo tezkereya hêzên xwe yên li ser xaka Iraq û Sûriyeyê erê kir. Niha jî beşek hêzên dewleta Tirk li herêma Başîka bicih bûne û ev jî bûye cihê nerazîbûnên zêde ya hikûmet û aliyên Iraqê.
Parlamenterên Koma Ehrar li parlamentoya Iraqê Resûl Tayî û parlamenterê Dewleta Yasa Fîrdûwes Ewadî têkildarî leşkerkêşiya dewleta Tirk a ser xaka Iraqê daxuyaniyên nivîskî dan.
Parlamenterê Koma Ehrar Resûl Tayî diyar kir ku ew li bendê bûn Parlamentoya Tirk biryara vekişîna leşkerên xwe ji ser xaka Iraqê bide, ne ku dirêjkirina tezkereyê bide.
Tayî wiha got; “Hebûna hêzên Tirk li parêzgeha Nînovayê wê ji bo rizgarkirina Neynewa pirsgirêkan çêbikin. Armanca Tirkiyê dagirkirina Mûsile. Ji bo wê jî divê hêzên çekdarî yên Iraqê li hemberî vê yekê helwestek zelal nîşan bidin.”
Li ser heman mijarê Parlamentera Dewleta Yasa li Parlamentoya Iraqê Bîrdewes Ewadî got; “Mayîna leşkerên Tirk li ser xaka Iraqê, berdewama dagirkeriyê ye. Divê rêzê li daxwazên aliyên Iraqê bigirin û herêmê biterikînin.”
Ewadî got ku li dijî hêzên Tirk ên li ser xaka Iraqê rawestîn erka wan a niştîmanî ye û heman şêwey şerê dijî çeteyên DAIŞ’ê û wiha bi dawî kir; “Divê hikûmeta Iraqê li hemberî dagirkeriya Tirk û Erdogan helwestek cidî nîşan bide. Ji ber ew bi xeyalên Osmaniyan tevdigerin. Her wiha Amerîka jî ji hebûna hêzên Tirk li ser xaka Iraqê berpirse.”