NAV-YEK: Xwedî li televîzyonên xwe derkevin

NAV-YEK bi daxuyaniyekî nivîskî êrîşên dewleta Tirk a li ser weşana Kurdî şermezar û lenet kir.

Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiyan (NAV-YEK) êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li Kurdistanê û bi taybet girtina televîzyon û radoyên Kurd şermezar kir.

NAV-YEK’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev êrîş û astengkirina weşana sînyalên faşîzmêne û destpêka bûyerêk dijwar û dirêj e. Dîsa dewleta Tirk rûyê xweyî rast derxist holê û baş zelal kir, kû weşana azad tenê li ser rûpela vala tê meşandin.

Niha dîsa bi bûyera girtina Med Nûçe dide nîşandan, ku wê êrîşên pir mezin bikin. Divê em li hember van êrîşan xwedî helwest bin, derkevin kolana û li ber Eutelsat çalakiyan lidarxin.”

Herî dawî NAV-YEK’ê bang li hemû Kurdan, taybetî Kurdên li Ewropa û Fransayê dijîn kir ku xwedî li qenalên TV û radyoyê xwe derkevin. Ji ber ku girtina qenalên TV û radyoyên destpêka bêdeng kirina gelê Kurd e.