'Tirkiye dixwaze bi rêya tezkereyê Iraqê dagir bike'
Parlamenterên Iraqî nerazîbûn nîşanî tezkereya operasyona derveyî sînor dan, ku ji aliyê Meclîsa Tirk ve dema wê hat dirêjkirin. Parlamenterên Iraqî gotin, "Bi rêya vê tezkereyê dixwazin axa Iraqê dagir bikin."
ANF
BEXDA
duşem, 3 kewçêrê 2016, 08:04
Parlamenterên Iraqî nerazîbûn nîşanî hebûna leşkerên Tirk a li Iraqê dan û destnîşan kirin, ku Tirkiyeyê axa Iraqê dagir kiriye û pêşî li rizgarkirina herêma Nînova digire.
Parlamenterê Koma Ehrar Resûl Tayî û Parlamenterê Koma Dewleta Qanûnê Fîrdews Ewadî, li ser hebûna leşkerî ya dewleta Tirk li xaka Iraqê daxuyaniyên nivîskî weşandin.
Parlamenterê Koma Ehrar Resûl Tayî got, "Hêviya me ji parlamenta Tirk ne dirêjkirina dema tezkereyê bû. Me ji parlamenta Tirk dixwest biryara vekişandina leşkerên xwe yên li xaka Iraqê bide. Hebûna leşkerên Tirk li wîlayeta Nînovayê, li pêşiya rizgarkirina Nînovayê asteng e û wê rê li ber pirsgirêkan veke. Armanca Tirkiyeyê dagirkirina Mûsilê ye. Ji ber vê yekê, divê hêzên çekdar ên Iraqê li dijî vê yekê helwesteke zelal nîşan bidin."
Parlamenterê Koma Dewleta Qanûnê Fîrdews Ewadî jî da xuyakirin, ku rabûna li ber hebûna leşkerên Tirk li axa Iraqê, erka wan a niştimanî ye û di heman demê de şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê ye. Ewadî got, "Mayîna leşkerên Tirk li nava axa Iraqê tê wateya dewamkirina dagirkeriyê. Divê hurmetê ji daxwazên aliyê Iraqê re nîşan bide û herêmê biterikîne. Pêwîste hikûmeta Iraqê li dijî dagirkeriya Tirk û Erdogan helwesteke cidî nîşanb ide. Ji ber ku dewleta Tirk bi xeyalên Osmanî tevdigere. Ji hebûna leşkerên Tirk ên li Iraqê DYA jî berpirsyar e."