‘Şarik Apo huner ji bo civakê hilberand’

TEVÇAND Ewropa û Kevîna Zêrîn Ewropa got, ‘’Şarik Apo huner ji bo civakê hilberand û dev ji wê rêgeza ku dibêje hemû hunera ji bo civakê exlaqî ye bernedaye’

TEVÇAND- Ewropa û Kevîna Zêrîn Ewropayê têkildarî mirina kedkarê Şarik Apo ku li Kurdistanê bi taybetî jî newayên Gêncê bi berxwedanê û hêviya azadiyê re dikire yek got: ‘’Şarik Apo jî huner ji bo civakê hildiberand û dev ji wê rêgeza ku dibêje hemû hunera ji bo civakê exlaqî ye bernedaye’

TEVÇAND û Kevîna Zêrîn têkildarî mirina Şarik Apo got ji bo muzîka Kurd windahiyike girîng e.

Diyar kirin ku di têkoşîna azadiyê de kedeke girîng a Şarik Apo heye ku xebatkar û kedkarekî nirxdar ê Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.

 ‘Her demê rûmeta vê têkoşînê jiyaye û bi vê moralê tim di hemû qadên têkoşîna me de bê dudiliyekê xebatên xwe domandine. Ji hêla xebata me ya hunerî û têkoşîna azadiyê ve welatparêzekî mînak e û qet ji kedê nereviyaye. Em ê Şarik Apo her dem bi hurmet û minetê bi bîr bînin.

Di daxuyaniyê de hate wiha hate gotin: ‘’Kedkarên çandê yên Tevgera Azadiya Kurd helbet divê fikr û kirina wan yek be. Ji ber ku hunermend bi berhema xwe daxive. Li gel rastiya têkoşîna me ya 40 salî hunermendên Kurdan her dem hewl dane ku êş, hêvî, hezkirin û xeyala azadiyê bînin ser zimên.’’ û hate diyarkirin tim li ber xwe daye ku xwe ji ji axa mirî ya miletparêziya hişk a ku li Kurdistanê bi ser gelan de hatiye rijandin xilas bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin bi berzkirina pîvanên ecibandinê yên civakê, xwestiye ku pêdiviyên civakê yên ku ketin ser milê wî bi cih bîne û wiha hate gotin, ‘’Hîs kiriye ku tenê bi vê rêbazê ew dikare mêjiyê civakê bixebitîne û pêşiya qirkirinê bigire. Ji Kawîs Axa ta bi Ayşe Şan, şehîd Sefkan, şehîd Delîla rêya ku hatiye şopandin ev e. Li gel trajediya ku welatê me jiyaye gotine ev trajedî demdemî ye, tîra rojane, hêviyên siberojê di berhemên xwe de her tim nîşan dane.’’

Şarik Apo heta dawiyê girêdayî vê kevneşopiyê maye, huner ji bo civakê hilberandiye û dev ji wê rêgezê bernedaye ku hemû hunera ji bo civakê tê hilberandin exlaqî ye. Bi hişmendiya berxwedayê ya li dijî şaristaniyê hemû newayên xwe strandine û hewl daye ku bibe hunermendê şaristaniya demokratîk. Tim bawer kiriye heta ku nêzîkatiya arifane nebe zor e hunereke watedar were afirandin.’’