16. Kongreya Giştî ya KNK’ê berdewam dike

Civîna 16. Kongreya KNK’ê bi xwendina raporên xebatan û nirxandinan didome.

Bi tevlêbûna bi sedan delegeyên ji Kurdistanê û Ewropayê 16. Kongreya Giştî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) berdewam dike.

Di beşa îro ya kongreyê de rapora xebatan a salekê ji hêla desteya rêveber ve hate xwendin.

Piştre xalên ku di raporê de ji nîqaşê re hatin vekirin.

Piştî axaftinên li ser raporê derbasî rexne û pêşniyaran bûn.

Di Desteya Giştî de ku fikrên delegeyan ên têkildarî xebatên KNK’ê hatin guhdarkirin, bi taybetî hêviyên nûnerên ji Başûrê Kurdistanê hatin, hate guhdarîkirin.

Di desteyê de ku ji bilî PDK’ê hemû partî amade bûn, fikra ku derkete pêş KNK ji bo krîza siyasî û ekonomîk a Başûrê Kurdistanê çareser bibe bi berpirsyarî tevbigere.

Fikrên pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, parastina Rojava û pêşxistina wê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Kurdan de nîşandana helwesta hevpar derketin pêş.

Kongreya 16. a KNK’ê ku piranî ji çapemeniyê re girtî bû îro bi encamnameya ku wê were eşkerekirin wê bi dawî bibe.