Piştî ku di 29'ê Îlonê de biryara sekinandina weşana Med Nûçe hat dayîn, roja 3'ê Cotmehê saet di 10:00 de weşana Med Nûçe hat birîn. Ev biryar di demeke welê de hat dayîn, ku li Tirkiyeyê zêdeyî 20 qenalên televîzyon û radyoyê ji aliyê rejîma AKP'ê ve hatin girtin. Komele û sendîkayên li qada civakî têdikoşin, nerazîbûneke tund nîşanî biryara girtinê dan û bal kişandin ser girîngiya Med Nûçe.
ÎHD: KAPÎTALÎZM DERKERT PÊŞIYA HIQÛQA EWROPAYÊ
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan: Girtina Med Nûçe di demeke ku qenalên din hatin girtin de, pêk hat. Ev yek nîşan dide, heman pêvajo hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê heye.
Lê belê girtina Med Nûçe ji ber ku li welatekî xwedî hiqûqa Yekîtiya Ewropayê pêk hat, lazim e ev biryar bi taybetî bê lêpirsîn. Ji ber ku girtina qenalekê tenê bi biryara dadgehê dibe. Ji ber ku biryareke dadgehê ya di vî warî de nîne, maf hatiye binpêkirin.
Di vir de, kapîtalîzm derketiye pêşiya hiqûqa Ewropayê. Ev rewş jî ji bo hiqûqnasên Ewropî mijareke ku divê were lêpirsîn. Girtina Med Nûçe bi vî rengî, nîşan dide ku sîstema hiqûqê ji her şêwe îstîsmarê vekirî ye. Welatên Ewropayê di pirsgirêka Kurd a sed salî de xwedî rol in. Ev welat naxwazin ev mesele çareser bibe. Biryara hatiye standin jî nîşan dide ku meyl û rola wan a di vî warî de dewam dike.
Bi rêya Med Nûçe derfetên me hebûn ku em şerê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bibînin. Her wiha binpêkirina mafên mirvaon jî ji aliyê Med Nûçe ve dihat nîşandan. Yek ji du aliyên şerê li Kurdistanê PKK ye. Bi saya Med Nûçe em nêrîn û daxuyaniyên PKK'ê hîn dibûn. Med Nûçe yekale qenal bû ku ev dikir.
LAMÎ OZGEN: EM Ê LI DIJÎ YÊN DEST LI DENGÊ ME WERDAN E, DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen: Li Tirkiyeyê gelek zextên mezin li çapemeniya azad û mûxalîf tê kirin. Gelek TV û radyo hatin giritn. Zextên li çapemeniya azad, ku deng û çavên gelan e, êdî sînor derbas kirine. Bi têkiliyên cuda û qirêj ên navneteweyî re, weşana Med Nûçe bi rengekî neheq û bêhiqûqî hat sekinandin. Ji roja weşana Med Nûçe ava bûye û vir ve, bû dengê gelan û kedkaran. Pêla girtin û binçavkirinê ya bi bahaneya Rewşa Awarte tê meşandin, li hundir û derve dwam dike. Di hedefa zext û zordariyê de Med Nûçe hebû. Em bi Med Nûçeyê re ne.
Hemû çalakiyên me yên li ser daxwaza karker û kedkaran, ji aliyê Med Nûçe ve hatin weşandin. Her wiha hemû çalakî û xwepêşandanên me yên ji bo demokrasiyê jî, li ekranên Med Nûçe hatin weşandin. Bêhiqûqiya desthilatdariyê eşkere dikir. Med Nûçe ji roja avabû û heta niha, bû deng û gotinên me. Ez girtina Med Nûçe û qenalên din şermezar dikim. Li dijî yên dest li dengê me werdan e, em ê dengê xwe û têkoşîna hevpar bilind bikin.
KANÎ BEKO: MIRINA BÊYÎ GOTINA SIRÛDAN, LI ME NAYÊ
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko: Li Tirkiyeyê gelek qenalên radyo û televîzyonê hatin girtin. Ji bo girtinê jî ti teblîgat, hincet nîne. Ev navgînên weşanê yên hatin girtin, dengê mûxalîf ê welêt bûn. Dengê karker, gund, kedkar, ciwanan, gelê Kurd bûn. Welat bi Biryarnameyan tê birêvebirin. Beriya niha 100 hezar kedkarên perwerdeyê bi rêya Biryarnameyan ji kar hatin derxistin û qeyûm li şaredariyan hatin bicihkirin. Niha jî çapemeniya azad di hedefê de ye. Hiqûq û demokrasî li bin piyan e. Her kesên serî li ber desthilatdariyê natewînin, hedef tên girtin. Rejîmeke zordar ava bûye. Zextên li çapemeniya azad tê kirin, ji aliyê ti qenala televîzyonê nehat weşandin. Ji rastiyan ditirsin. Bila Rewşa Awarte derhal bê rakirin. Bêhiqûqiya bi Biryarnameyan hatiye kirin, bê sererastkirin. Weke DÎSK'ê em bi qenalên televîzyon û radyoyê yên hatine girtin re ne.
Hefteya derbasbûyî ez li bajarên Kurdan bûm. Karker ji rewşa heyî gelekî bi fikar in. Bi hevşaredaran re rûniştim. Rewşa wan jî bi heman rengî ye. Med Nûçe dengê karkeran bû. Bi rêya we me pirsgirêkên tenduristiya kar, karkeriya bê garantî, ji raya giştî re radigihand. Bi saya we me cînayetên kar didan bihîstin. Di sê mijarên bingehîn de ku DÎSK gelekî girîng dibîne, we weşan kirin. Hûn bûn dengê têkoşîna li dijî qanûna koledariyê. Di mijarên tazmînata qidem, fona teqawîtiya şexsî û karkeriya taşeron de we gelek caran weşan kirin. We xwişk û birayên me yên karker ên li înşaetan dişewitin, xistin rojevê. Hûn bi rastî jî dixwazin ev welat demokratîk bibe. Weşanên we yên dema dawî gelekî girîng bûn.
Serokê DÎSK'ê Abdullah Başturk di cûnta faşîst a 12'ê Îlonê de bi îdamê hat darizandin, rêveberên me 4,5 salan li girtîgehê man. 500 hezar endamên sendîkaya me bi zorê ji sendîkayên cuda re hatin şandin. Lê em neketin û ji xweliyên xwe ji nû ve ava bûn. Niha jî girtinan dikin, zextan dikin. Lê em ê bi têkoşîneke hevpar van ji holê rakin. Têkoşîna hevpar a li dijî dîktatoriya faşîst wê mezin bibe. Gotina me ya dawî jî, mîna ku helbestvan dibêje; 'Mirina bêyî gotina sirûdan, li me nayê'.
KOMELEYA ROBOSKÎ: EM Ê XWEDÎ LI MED NÛÇE DERKEVIN KU DENGÊ ME DIDA BIHÎSTIN
Serokê Komeleya Roboskî Velî Encu: Ez, girtina Med Nûçe şermezar dikim. Dema komkujiya Roboskî pêk hat, medya li Tirkiyeyê nexwest bibîne, bibihîze û bibêje. Lê belê medya Kurd ev komkujî deşîfre kir û bi roleke dîrokî rabû. Rastî nekarî bê tarîkirin. Di têkoşîna me ya edaletê de Med Nûçe timî bi me re bû. Bû dengê me. Lewma Med Nûçe hedef girtin.
Weke malbatên Roboskiyî em gelekî xemgîn in. Vê yekê weke êrîşek li dijî têkoşîna edaletê dibînin. Lê belê em ê bêdeng nemînin. Em xwedî li Med Nûçe ya dengê me da bihîstin, derdikevin. Ev zext wê nikaribin me ji têkoşîna me vegerînin. Roja Pêncşemê em ê ber bi goristana Roboskî ve bimeşin. Bi vê meşê re em ê piştgiriyê bidin Med Nûçe û hemû qenalên televîzyonê yên dengê me ji cîhanê re radigihandin.