'Biryara girtina saziyên çapemenyê ji bo bêdengkirina gelan hatiye dayîn'

Kongreya Gel a Mezopotamyayê, têkildarî zextên li çapemeniya azad û mûxalîf tên kirin, daxuyaniyek weşand û got, "Ev biryara li dijî medyayê, ji bo bêdengkirina dengê gelan, sosyalîst û demokratan hatiye standin."

Di daxuyaniya nivîskî ya Kongreya Gel a Mezopotamyayê de hat ragihandin, dewleta AKP'ê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê ji bo erka 'serokdewletiyê' ya Tayyîp Erdogan fermî bike, Rewşa Awarte ragihandiye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di nava vê demê de gelek zanyar, rojnamevan, nivîskar û rewşenbîrên aştîxwaz li Tirkiyeyê hatin girtin, hevşaredarên li bajarên Kurdistanê ku bi rêjeya ji sedî 70 heta 90'î hatin hilbijartin ji wezîfeyê hatin girtin û li şûna wan qeyûmên bi hikûmê ve girêdayî ye, li şaredariyan hatine bicihkirin.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Weke pêla sêyemîn a pêkanînên faşîst, beriya çend rojan bi pêşniyar RTUK'ê û biryara wezîrên pêwendîdar, polîsên AKP a faşîst avêtin ser studyoyên Denge TV, Van TV, Zarok TV, Ozgur Gun TV, Jiyan TV, Hayatin Sesî TV û ÎMC TV û mohr li avahiyên wan xistin."

Kongreya Gel a Mezopotamyayê da xuyakirin, ku biryara li dijî saziyên medyayê, ji bo bêdengkirina dengê gelan, sosyalîst û demokratan hatiye girtin û wiha dewam kir: "Bi sedan saln e hewl didin me gelan înkar, îmha û asîmîle bikin. Pêwîste vê yekê ji bîr nekin; em gelên vê xakê ne ku 12 hezar sal in li vir in. Bi zext, sirgûn, qirkirin û komkujiyan nikarin bi me." 

Di dawiya daxuyaniya kongreyê de hat gotin, "Em ê bêdeng nebin û her tim we bitirsînin. Biryarên we li dijî gelên me, şaredariyên me û medyaya me girtine, ji bo me ti hukmê xwe nîne. Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Bendewariya me ji raya giştî ya cîhanê ew e ku van zextên dewleta Tirk bibîne, nebe temaşeker û dest li rewşê werde."