Partiya Çep a Fransiz nerazîbûnek tund li dijî Eûtelsatê nîşan da

Ji pêkhateya Eniya Çep (Front de Gauche) Partiya Çep (PG) daxuyaniyek da, bang kir ku ji civaka ku Erdogan û Eûtelsat dixwaze bi siyaseta zextê ava dike bibêjin ‘na’.

Di daxuyaniyê de ku îmzeyên Sekreterê Neteweyî yê Ji Mijarên Navneteweyî Berpirs ê PG’ê Djordje Kuzmanovic û Sekreterê ji Pirsgirêka Kurd Berpirs Jean-Christophe Sellin lê ye, rawestandina weşanên 12 qenalên Kurd ên bi talîmata AKP’ê pêk hat, bi zimanekî tund hate rexnekirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin li gel qenalên ku weşanên giştî dikin, qenala zaroka a mîna Zarok TV jî hate girtin, hate destnîşankirin ku ‘Eûtelsat a ku bi hesabên egoîst di avên cemetî de melevaniyê dike, biryara hikûmeta AKP’ê li ser Med Nûçeyê ya li Fransayê bi kar anî û bûye hevkarê sûcê hikûmeta Erdogan a ku her roj bi dewleta Tirk re hê bêtir ber bi dîktatoriyê diçe.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi biryara Eûtelsatê ve Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande li beramberî Erdogan ‘newêrektiya xwe’ kêm kiriye, wiha hate gotin; “Partiya Çep, vê destavêtina li dijî azadiya agahîwergirtinê şermezar dike.” Bal hate kişandin ku Tirkiyeyê, Hevpeyaman Mafên Mirovan a Ewropayê (HMME) qebûl kiriye û xala vê ya 10’emîn jî di bin her şert û mercî de garantîkirina azadiya fikr û agahîwergirtinê ye.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku hikûmeta Fransiz demildest ji bo dewleta Tirk û şîrketa Eûtelsat SA bikeve nav hewldanan, rêza ji bo rêgezên mafên bingehîn bê avakirin û got; “Partiya Çep, bê guman wê desteka xwe ya ji bo demokratên Tirk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hedefa Erdoganê faşîst û rejîma paşverû de ne, dewam bike.”